Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kormorê rewşa xelkê xirabtir dike

01-12-2025
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutterres Qada Gazê ya Kormorê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres êrişa hefteya borî ya li ser Qada Gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kir.

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku êrişa li binesaziya enerjiyê rewşa mirovî ya welatiyan xirabtir dike.

Ofîsa Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser êrişên li Qada Gazê ya Kormorê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re daxuyaniyek şand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Sekreterê Giştî van êrişên li ser binesaziya sereke û enerjiyê şermezar dike."

Guterres hişyarî da ku êrişên wisa metirsîdar in û got, "Ew bandorê li dabînkirina enerjiyê, debara jiyanê û xizmetguzariyên sereke dikin.

Ev jî dibin sedema xerabbûna rewşa mirovî ya xelkê mexdûr."

Ofîsa Sekreterê Giştî eşkere kir ku Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê (UNAMI) bi hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di nava pêwendiyeke nêzîk û berdewam de ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wisa hat gotin, "Bi rêya van kanalan, nûnertiya me bi berdewamî teqezî li ser girîngiya parastina binesaziya hestyar dike, bi taybetî dezgehên enerjiyê ku ji bo hilberîna elektrîkê, aramiya aborî û xizmetguzariya welatiyan re pêwîst in."

26ê Çiriya Paşîn êriş li Qada Gazê ya Kormorê hatibû kirin û ji ber wê yekê çend rojan elektrîka Herêma Kurdistanê kêm bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst