Faîk Çirik piştî 30 salan hat berdan

01-12-2025
RÛDAW
Nîşan Faîk Çirik Girtiyên Siyasî Balikesîr Mersîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Faîk Çirikê ku li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Bandirmayê girtî bû, piştî 30 salan hat berdan.

Çirik got, “Heta ku Rêberê (Abdullah Ocalan) me di Girtîgeha Îmraliyê de be em azad nabin.”

Li gorî MAyê Faîk Çirikê ku sala 1995an li Mêrsînê hatibû girtin û cezayê muebetê lê hatibû birîn, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Bandirmayê ya Balikesîrê hat berdan.

Çirik, li pêş girtîgehê ji aliyê endam û birêvebirên Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), Rêxistina Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Stenbolê û malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.

Çirik bi çepik, tilîlî û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat pêşwazîkirin.

"Heta Ocalan di zindanê de be em azad nabin"

Çirik li pêş girtîgehê axaftineke kurt kir û got, “Her çend hatim berdan jî hêj di girtîgehan de bi hezaran girtî hene.

Ya herî girîng jî ew e ku heta Rêbertiya me di Girtîgeha Îmraliyê de be, em azad nabin.

Ji ber ku Rêbertiya me rûmeta me ye, her tiştê me ye.

Dixwazim bangî ciwanan bikim; xwe birêxistin bikin û yekîtiya xwe ava bikin. Ji ber ku em tenê dikarin Rêbertiya xwe bi rêxistineke xurt ji girtîgehê derxînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst