Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê yê berê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku 24ê Mijdara 2020an encama testa wî ya coronayê pozîtîv derketibû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, ji nexweşxaneyê derket.
Akademîsyên, nivîsakar û parlamenterê berê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji Rûdawê ragihand ku ji ber Covid-19ê sê caran rewşa wî dijwar bûye û ketiye komeyê, lê her çend zehmet be jî, niha rewşa wî baştir e.
Kadrî Yildirim da zanîn ku hêj ji sedî sed rewşa wî baş nebûye, lê hema hema ji nexweşiyê rizgar bûye.
Yildirim daxwazê ji xelkê dike ku li hemberî Covid-19ê tedbîrên xwe bigrin û got: “Berî çend rojan ez ji nexweşxaneyê derketim, lê ji ber bêhntengiyê çareseriya oksijênê ji min re tê kirin. Hêvî dikim ku heta 15-20 rojan bi temamî baş bibim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse