Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê termê zaroka 6 salî ku winda bibû di çaleke kanalîzasyonê de hat dîtin.
Li gor zanyariyan, roja Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an, hevjînên bi navên Reîs Ulgay û Guleser Ulgay di demjimêrên nîvro de ligel keça xwe ya 6 salî Mîray Asel çûne axura ajelên xwe.
Piştî demekê keça wan Mîray ji ber çavê wan winda dibe.
Malbata navborî li ser vê yekê tîmên cendirmeyan û tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) agahdar kirine.
Tîman bi makîneyên kar li çala kanalîzasyonê ya li pişt axurê dest bi xebatên lêgerînê dikin.
Di encama xebatan de termê Mîray Asel di wê çalê de hat dîtin. Termê wê zaroka 6 salî ji bo karûbarên otopsiyê bo beşa miriyan a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Agiriyê hat rakirin.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse