Bi hezaran masî li gundekî Seyid Sadiq mirar bûn

02-07-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî ser bi qezaya Seyid Sadiq a li parêzgeha Silêmaniyê, nêzîk heşt hezar masî mirar bûn. Qaymeqam qezayê jî dibêje, mirina masiyan bi sedema jehrîbûna avê ye.

Qaymeqamê qezaya Sedyid Sadiq, Diyarî Refîq ji Rûdawê re ragihand, “bûyer şeva bihorî û li gundê Dolaşê yê ser bi wê qezayê ve çêbûye û nêzîkî heşt hezar masî bi sedema pîsbûn û jehrîbûna avê mirar bûne.”

Diyarî Refîq herwiha got, “piştî pişkinîn û lêkolînan, derket holê ku madeya amoniya di avê de hebûye û ji ber wê yekê ew masî mirar bûne.”

Di encama neguherîna ava hewzan û nemana oksîcenê, madeya amoniya çêdibe û dibe sedema mirina masî û candarên ku di nava hewzê de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst