Bo qonaxa duyemîn a diyaloga Kurdî – Kurdî ya di navbera ENKS û PYNKê de yekem civîn hat lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Sekretêrê Partiya Wîfaq Fewzî Şingalî ku partiya wî di nava Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) de cih digire ragihand ku qonaxa dûyem a danûstandinên di navbera wan û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de destpê kir. Endamekî Emîndariya Giştî ya ENKSê jî piştrast kir bo qonaxa duyem danûstandinên aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye.
Sekretêrê Partiya Wîfaq Fewzî Şingalî beşdarî bernameya Çavê Sêyem ya Radio Rûdawê bû û têkîldarî hevdîtinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê axivî.
Fewzî Şingalî diyar ku bo qonaxa duyemîn a diyaloga Kurdî – Kurdî ya di navbera ENKS û PYNKê de yekem civîn hat lidar xistin û di demekê nêzîk de jî dê civîna duyem civîn dest pê bike.
Şingalî eşkere ku atmosfera civînê erênî bû û çavdêrên danûstandinan kaxezeke hevbeş ji bo herdu aliyan amade kirine, lê biryara dawiyê di destê herdu şandinan de ye.
Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Tahir Hesaf jî ji Rûdawê re tekez kir, ku qonaxa duyem destpê kiriye.
Tahir Hesaf da zanîn ku ew danûstandin dê berdewam bin, heta ku bigihêjin encamekê.
Li gor agahiyên taybet yn Rûdawê civîna yekem îro hatibû lidar xistin û têde Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî û şandek ji nûnertiya Wezareta Derve ya Amerîkayê têde beşdar bûne.
ENKSê û Partiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdî di qonaxa duyem de danûstandinê li ser pirsên, îdarî, leşkerî, aborî li ser bingeha rêkeftina Duhokê dikin.
Destpêkê danûstandin bi nehênî û bi serpereştiya Amerîka bangawaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî di navbera herdu aliyên sereke yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de hatibûn destpêkirin û piştre jî ew danûstandin ji aliyê herdu aliyên ve bi fermî hatibûn piştrastkirin.
Di 16ê Hezîranê de şandeyên ENKS û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji diyaloga Kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastin) ên Peymana Dihokê ya 2014an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û diyalogên di navbera her du şandeyan de.
PYNK û ENKS bi amadebûna şandeyên ji her du aliyan, tevî Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî û Şanderê Amerîkayê yê bo Rojhilat û Bakurê Sûriyê William Roeback daxuyaniyeke hevbeş dabû û diyar kiribûn, ku qonaxa yekemîn a danûstandinan bi awayekî serkevtî bi dawî bûye û ew gihîştne nêrîneke siyasî ya hevbeş.
Derbarê dansûtandina aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de, Mazlûm Kobanî jî di peyamekê de ragihandibû, ku qonaxa yekem a wan danûstandinan bi awayekî serkeftî bidawî bûye û ew dê di demeke nêzîk de dest bi qonaxa duyem bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse