Pêşniyaryasaya nû: Amerîka piştgiriya ji bo HSD û Pêşmergeyan misoger dike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Pêşmerge HSD Pêniyaryasa Budçe Sûriye Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyaryasayeke berfireh a parastin û siyaseta derve ya Amerîkayê, şertên nû ji bo dayîna budceyê bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê datîne.

Di heman demê de garantiyeke bihêz ji bo Kurdên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dabîn dike û nexşerêya paşeroja Washingtonê ya ji bo qeyrana Sûriyeyê diyar dike.

Di pêşniyaryasayê de bi zelalî tê gotin ku divê HSD bimîne û "bibe beşek ji her çarçoveya siyasî ya paşeroja Sûriyeyê."

Pêşniyaryasaya ku beşek e ji pakêta salane ya terxankirina budceya Amerîkayê ya ji bo karûbarên parastinê, sînorên tund datîne ser şêwaza bikaranîna alîkariyên Amerîkayê ji aliyê Bexdayê ve.

Li hemberî vê yekê parêzbendiyeke eşkere ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê datîne û tekezî li ser berdewamiya alîkariyên ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike.

Parastina budceya Pêşmergeyan

Li gorî pêşniyaryasayê, ew sînor û şertên ku Amerîkayê danîne ser alîkariyên ewlehiyê yên ji bo Îraqê, wê budceyê "li xwe nagire" ku ji bo Hêzên Pêşmergeyan hatiye terxankirin.

Ev jî ducarekirina pabendbûna Washingtonê ye bi piştgiriya hêzên Herêma Kurdistanê, her çend şertên nû li ser saziyên federal ên Bexdayê werin sepandin jî.

Di pêşniyaryasayê de Pêşmerge wekî "hevparekî ewlehiya niştimanî" dimîne û nabe ji ber nakokiyên siyasî yên navxweya Îraqê budceya wan paş bikeve yan were blokekirin.

Zexta li ser Bexdayê ji ber komên çekdar

Di heman demê de, belge hinek alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Îraqê bi wê astê girê dide ku bê ma Bexda heta çi radeyê dikare hegemonya komên çekdar ên nêzîkî Îranê sînordar bike.

Ji bo ku alîkariya Amerîkayê wergire, divê Bexda biselimîne ku "kontrolê li ser çalakiyên neyasayî yên komên çekdar dike", desthilata Serokwezîr a li ser ewlehiyê bihêz dike û lêpirsînê ji wan komên Heşdî Şebiyê dike ku tevlî "binpêkirnên mafên mirovan" yan êrişên li ser hevpeymanan bûne.

Her wiha Washingtonê dawî li "destûra bikaranîna hêzê" anî ku girêdayî Şerê Kendavê yê 1991ê û êrişa li Îraqê ya sala 2002yan bû, wate êdî ji bo operasyonên leşkerî yên li nav Îraqê kar bi wê yasayê nayê kirin.

Çavdêriya girtiyên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê

Pêşniyaryasa xalên hûrgilî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li xwe digire û Pentagonê pabend dike ku salane raportên eşkere li ser bi hezaran girtiyên DAIŞê belav bike ku li Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûriyeyê di bin destê HSDyê de ne.

Li gorî pêşniyaryasayê, divê Pentagon nirxandina hûr ji bo rewşa girtîgehan, hewldanên navneteweyî yên ji bo vegerandina girtiyan û metirsiyên demdirêj ên girtîgehan bike ku fermandarên Amerîkayî hişyarî daye eger çareser nebin, dê bibin xala teqîna rewşê.

Berdewamiya piştgiriya ji bo HSDyê

Hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê têne raspardin ku piştgiriya HSDyê berdewam bikin wekî hevparê sereke yê Washingtonê yê li dijî DAIŞê û karkirina bi meclisên xwecihî re ji bo aramiya wan herêmên ku ji bin destê DAIŞê hatine derxistin.

Pêşniyaryasa bi zelalî dibêje: "Divê HSD bibe beşek ji her çarçoveya siyasî ya paşeroja Sûriyeyê" û daxwaza "hikûmeteke Sûriyeyî ya berfireh" dike ku mafê pêkhateyan, bi Kurd û yên din ve biparêze.

Her wiha desthilata dayîna alîkariyên Amerîkayê ji bo "komên mixalefeta Sûriyeyê yên pesendkirî" heta sala 2026an hat dirêjkirin.

Şertên ji bo Şamê

Pêşniyaryasa komek xalan ji bo hikûmeta Sûriyeyê diyar dike ku divê bi cih bîne, ji wan: Hevkarîkirina di rûbirûbûna "terorê" de, dawîanîna bi dûrxistina "mîlîsên biyanî" ji saziyên dewletê û bicihanîna wan rêkeftinan ku bi HSDyê re hatine kirin (di nav de Rêkeftina Adara 2025an ku hevahengiya siyasî û ewlehiyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de li xwe digire).

Pêşniyaryasa yasaya "Qeyser" a ji bo parastina sivîlên Sûriyeyê hilweşîne ku ji 2020î ve li ser Şamê hatibû sepandin.

Lê endamên Kongreyê her cure asayîkirina berfirehtir bi gavên pratîk û selimandî yên hikûmeta Sûriyeyê ve girê daye ku têkildarî girtiyan, gihîştina alîkariyan û miameleya bi pêkhateyan re ne.

Bi giştî, ev xal yek ji garantiyên herî zelal ên Washingtonê ne ji bo pêwendiyên bi hêzên Kurdan yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê re.

Ev pêşniyaryasa ew versiyon e ku ji aliyê Meclisa Nûneran a Amerîkayê ve hatiye pesendkirin.

Versiyoneke din ji aliyê Senatoyê ve hatibû pesendkirin.

Pêwîst e careke din her du meclis bi hevbeşî bicivin û bi hev re deng li ser versiyoneke yekgirtî bidin.

Piştî wê, pêwîst e careke din versiyona yekgirtî bi cuda ji aliyê her du meclisan ve were pesendkirin û dîsa di civîneke hevbeş de versiyona dawî pesend bikin da ku biçe pêşberî Serok û were îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst