Konvoya leşkerî ya Tirkiyeyê bi şev derbasî Serê Kaniyê bû

40 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Konvoya Leşkerî Serê Kaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên herêmî ragihand ku êvara Yekşemê konvoyeke leşkerî ya Tirkiyeyê derbasî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bûye.

Li gorî nûçeya North Pressê, konvoy di Deriyê Edwaniyeyê re derbasî bajêr bûye ku li rojavayê Serê Kaniyê ye.

"Zêdetirî 20 wesayîtên leşkerî"

Çavkaniyan diyar kir ku di konvoyê de zêdetirî 20 wesayîtên leşkerî yên giran û navîn hebûne ku bi taybetî ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve tên bikaranîn.

Deriyê Edwaniyeyê nêzîkî 45 kîlometreyan li rojavayê Serê Kaniyê ye.

"Tevgera bi şevê ne asayî ye"

Çavdêr balê dikişînin ser wê yekê ku qebare û dema vê tevgerê "ne asayî" ye.

Hat destnîşankirin ku berê hatin û çûna hêzên Tirkiyeyê bi piranî di saetên rojê de dihat kirin û hejmara wesayîtan gelekî kêmtir bû.

Veguhestina konvoyeke bi vî rengî mezin di saetên şevê de wekî guherînek di şêwazê operasyonel ê li herêmê de tê nirxandin.

Serê Kaniyê ji sala 2019an ve di bin destê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst