Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) parve kirine, çekdarên DAIŞê îro li Dêrezorê birêvebirê dibistanekê kuştiye.
HSDyê di daxuyaniya xwe de got, “Çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, li ber mala wî gule li Salih reşandin. Çekdaran piştî Sahil şehîd xist, reviyan.”
Li gorî daxuyaniya HSDyê êriş bajarokê Şeifayê yê herêma Hecînê ya Dêrzorê pêk hatiye.
HSDyê daxuyand, “Piştî belavbûna tevliheviyê ya li Sûriyeyê, rêxistina terorîst çalakiyên xwe yên terorîst bi rêya hedefkirina hêzên leşkerî û ewlehiyê, kesayetên sivîl û birêvebirî û saziyên xizmetguzariyê zêdetir kirine.”
DAIŞê ji valahiya ewlehiyê ya ku piştî rûxandina rejîma Beşar Esed di Kanûna Pêşîn a 2024an de derketibû holê sûd wergirt.
Rêxistin li Dêrezorê çalak e û gelek caran hêzên HSDyê dike armanc.
Roja sêşemê çekdarên nenas du êrişên cuda li dijî HSDyê pêk anîbûn, di encamê de kesek hatibû kuştin û du kes jî birîndar bûbûn.
Hefteya borî jî DAIŞê li Dêrezorê sê êriş pêk anîbûn.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê gelek caran derbarê gefa DAIŞê de hişyarî daye.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di meha kanûna paşînde de gotibû, “Eger em nexwazin vegera DAIŞê bibînin, pêwîstî bi xurtkirina hewldanan ji bo domandina têkoşîna li dijî DAIŞê heye.”
Beşek ji Dêrezorê di bin kontrola HSDyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse