Dusseldorf (Rûdaw) - Di demekê de ku tenê du roj ji bo 11emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan a li Şingalê mane û li seranserê Ewropa, Amerîka û Awistralyayê amadekarî ji bo bîranîna qurbaniyan tên kirin, çarenivîsa malbateke rizgarbûyî ya Êzidî ku van demên dawî ji Almanyayê hat dersînorkirin bûye rojeveke germ û dilgiranî li pey xwe aniye.
Malbata Qasim ku ji jin û mêrek û çar zarokan pêk tê, beriya bi 2 hefteyan ji Almanyayê bo Bexdayê hat dersînorkirin.
Tenê çend saet piştî ku firokeya wan danî, dadgeheke Berlînê biryarek derxist û ragihand ku redkirina daxwaza mafê penaberiyê ya ji aliyê Hikûmeta Herêma Brandenburgê ve "neyasayî" bûye.
Eger biryar çend saetan zûtir bihata dayîn, malbat dê ji dersînorkirinê rizgar bûbûya.
Vê biryara dadgehê di nava raya giştî ya Almanyayê de dengekî mezin veda û ji bo vegerandina wan a ji bo Almanyayê zêdetirî hezar îmze hatin komkirin.
Vê yekê hêvî çêkir ku malbat karibe bi awayekî yasayî vegere Almanyayê.
Parêzera malbatê Kareba Hagemannê ragihandibû ku ew dê di demeke nêz de ji bo vegerandina wan serlêdaneke yasayî pêşkêş bike.
Berdevkekî Dadgeha Berlînê li ser rewşa Malbata Qasim ji rojnameya "Tagesspiegel" a Almanî re axivî.
Wî hûrgiliyên zêdetir dan û got, "Binavkirina biryara redkirina mafê penaberiyê wekî neyasayî, nayê wê wateyê ku mafê malbatê yê otomatîk heye ku vegere Almanyayê."
Berdevk her wiha got, "Ti delîl nînin ku îspat bikin ew malbat niha li Îraqê rûbirûyê gefa DAIŞê ye."
Divê were gotin ku vê daxuyaniyê rewşa dosyayê aloztir kiriye. 30 roj li pêşiya parêzera malbatê hene ku îtirazê biryarê bike, lê çarenivîsa dawî ya vê malbata rizgarbûyî ya ji komkujiyê hîn jî ne diyar e.
Ev yek jî di demekê de ye ku cîhan xwe ji bo bîranîna Komkujiya Êzidiyan amade dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse