Êzidiyên Almanyayê ji Berlînê re: Me dersînor nekin, gotûbêjê bikin

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî Almanya Dersînorkirin
A+ A-

“Ji dema ku ez gihiştime vir, ez kêliyeke tenê jî teslîm nebûme, min her tim hewl daye ku xwe perwerde bikim. Min xwendina xwe ya zimên heta asta C1 qedandiye û min bi berdewamî jî kar kiriye. Paşê bawernameya min a amadeyî (Abitur) tenê wekî dîplomeke teknîkî (Fachabitur) hat pejirandin, lewra ez niha ji bo qedandina bawernameya xwe li dibistaneke êvaran dixwînim. Herwisa min her hewl da ji bo ku ez li vir bimînim, ji bo ku maleke min li vir hebe. Lê dixwazin min dersînor bikin” - Aliya Hesen (ji Rêxistina HÁWAR.help, 2023).

Sala 2023yan ew sal bû ku Parlamentoya Almanyayê bi tevaya dengan jenosîda Êzidiyan li Şingala Îraqê nas kir, ango komkujiya dijî hindikahiyeke olî ji hêla qaşo Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve di tebaxa 2014an de. Qirkirin xala werçerxaneke xofdar bû bo hemû Êzidiyan.

Çekdarên DAIŞê êrîşî jin, mêr û zarokên Êzidî kirin, di dema qirkirinê de û piştî qirkirinê jî bi awayekî sîstematîk xelk bi kom kuştin, jin û zarokên wan kirin kole, şideta seksî li wan kirin, zarokên wan ji dê û bavên wan cuda kirin û ew neçar kirin ku li gel çekdarên DAIŞê bijîn an jî wek koleyan ew kirîn û firotin. Ew bi zorê neçar kirin ku bibin misilman û ew xistin rewşekê ku ji bo giyanderketineke hêdî hêdî hatibû dirustkirin.

Ji ber ku armanca van kirinan ji holê rakirina nasnameya Êzidiyan û tinekirina wan mîna komeke mirovan bû, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew kiryar sûcên şer û jenosîd in. Şerê piştî vê dijî DAIŞê (2014-2017 li Îraqê) ku êrîşên esmanî ser Şingalê li xwe girtibû, bajarê ku wekî Koço û Qinye, navenda qirkirina 2014an bû, nêzîkî 80% ji binesaziya bajêr wêran kir.

 Ji wê demê ve, jiyana Êzidiyên Îraqê ji kokê ve xopan bû û gelek malbatan welatê xwe terikandin an jî heta niha li kampên penaberan dijîn ku piraniya wan li Herêma Kurdistanê ne. Heta niha ji ber nearamî û nebûna çareseriya siyasî, ti vegereke berbiçav li holê nîne, nexasim ji bo deverên başûrê Şingalê. Herwiha piştî 9 salan ji jenosîdê, DAIŞ ji aliyê leşkerî ve hat tunekirin, lê ne ji aliyê îdeolojî ve.

Herwisa sala 2023yan ew sal bû ku herêmên federal ên Almanyayê dest bi dersînorkirina malbatên Êzidî ji Almanyayê kirin – ango li dij daxwaza xwe têne vegerandin – an jî bo welatên ku destpêkê mafê penaberiyê dabûn wan. Êzidî bi hefteyan e li Berlînê li ber Parlamentoya Almanyayê çalakiyan li dar dixin û beşek ji wan di greva birçîbûnê de ne.

Heta niha di vî karê xwe de bi ser neketine. Di 20ê mijdarê de, malbateke Êzidî li Bavaryayê ji hev hatin cudakirin, piştî ku dê û bavê wan û du zarokên wan bi darê zorê vegerandin Îraqê. Sirgûnkirina malbatên Êzidî yên ku li Almanyayê debara xwe kirine ne siyaseteke berpirsiyar e, lê nîşana nakokiyê ye, ji ber ku Bundestagê zilma li ser Êzidiyan li Îraqê nas kiriye û Wezîra Derve Annalena Baerbock jî di serdana xwe ya di meha adarê de bo Şingalê bû şahida berdewamiya rewşa dijwar a jiyana Êzidiyan.

Li şûna dersînorkirina kesên wek Alya Hesen ku bi zimanê Almanî diaxivin û perwerdehiyeke berfireh dîtine ji bo kar, Almanya dikare tevgereke pir baştir bike bi wergirtina helwesteke dîplomatîk a çalak û zextkirina ji bo pêkanîna çareseriyeke siyasî ku rê bide Êzidiyan ku bi ewlehî, bi dilxwazî û bi rûmet vegerin Îraqê.

Rastiya yekem: Almanya jenosîda wan nas dike lê wan dersînor dike

Ji nifûsa ku beriya sala 2014an bi nêzîkî 700 hezar kes dihat texmînkirin, hejmareke mezin ji Êzidiyan ji Îraqê derketin, nemaze di dema komkujiya Nînewayê û piştî wê jî. Di vê heyamê de 65 hezar û 749 Êzidiyan li Îraqê doza mafê penaberiya li Almanyayê kirine; welatê ku niha nêzî 200 hezar Êzîdî lê hene, wisa jî dibe mezintirîn civaka Êzîdî li derveyî Îraqê li ser asta cîhanê. Reftara Almanyayê ya li hember penaberên Êzidî ji herêmeke federal heta herêmeke din cuda ye.

Wek mînak, Baden-Wurttemberg di sala 2014an de bernameyeke mirovî ya taybet bi wergirtina penaberan raber kir ku hewcedariyên jin û zarokên Êzidî li ber çavan girtibû ku gelek ji wan ji aliyê DAIŞê ve rastî destavêtin, revandin, zewicandina kotekî û koletiya zayendî hatibûn (IOM 2023, rûpel 5).

Di biryara xwe ya 18ê kanûna duyam a 2023yan de, Bundestaga Almanyayê qebûl kir ku heta niha li her derê Îraqê jenosîd li dijî Êzidiyan heye. Zêdetirî 2 hezar û 700 Êzidiyan hê jî serwinda ne. Gorên komî hê jî tên dîtin.

Herwiha, nêzîkî 300 hezar Êzidiyan niha li kampên penaberan li Herêma Kurdistana Îraqê, li naverasta Îraqê yan Sûriyê dijîn bêyî ku ti îmkaneke zelal ji bo vegera wan a biewle bo deverên wan bixuye. Vegera biewle îhtîmaleke zehmet e ji ber rewşa ewlekarî ya pir nearam ku hîna jî li Şingalê serdest e […].

Wezîra Derve Annalena Baerbock di serdana xwe ya Şingalê de ragihand: “Şingal li bakurê Îraqê, devera niştecihbûna Êzidiyan a resen, li vir diyar dibe ku çima hîna jî gelek kes nikarin vegerin, tewra neh salan piştî qirkirina DAIŞê jî. Mala wan wêran bûye.”

Digel vêya jî ji cotmeha 2023yan û vir ve, bûyerên sirgûnkirina Êzidiyan derketine holê. Heya vêga, îsal qet nebe 135 Êzidî û pêkhateyên din bo Îraqê hatin dersînorkirin. Ev jî ji ber rêkeftineke nefermî di navbera hikûmeta Almanya û hikûmeta Îraqê de ji bo vegerandina xelkê bo Îraqê ye.

Di sala 2022yan de, Almanya jimareke pir ji berê kêmtir a serlêdanên penaberiyê qebûl kir, wek nimûne, 48.6% ji serlêdanên Êzidiyên Îraqê pejirand. Malpera Pro Asylê ragihand, vêga li ser di navbera 5 hezar û 10 hezar Êzidiyan metirsiya dersînorkirinê heye. Encamên jêrîn ji Komîteya Mafên Mirovan û Alîkariya Mirovî hatine wergirtin:

Berevajî salên 2014-2017an, nûnerê Wezareta Navxweyî ya Federal got ku êdî li Îraqê Êzidî wekî komekê nayên perçiqandin. Lê nûnerê Fermangeha Derve ya Federal a Almanyayê destnîşan kir ku ev nirxandin tenê ji bo Şingal û Duhokê yên li bakurê Îraqê heta asteke sînordar dikare were sepandin. Divabû penaxwaz tenê ji bo Bexdayê bihatina dersînorkirin. (16.11.2023).

Lê ne texmîna ku dibêje Bexdaya ku Êzidî bi giştî berê qet lê nejiyane (ji bilî Şingalê) ewle ye û ne jî texmîna ku dibêje perçiqandina Êzidiyan wekî civak ji holê rabûye rast e.

Rastiya duyem: Îraq ji bo Êzidiyan ne ewle ye

Êzidî li Îraqê ne ewle ne. Li navçeya Şingalê ku piraniya Êzidiyan beriya sala 2014an lê dijiyan, îro gel bi rewşeke wisa re rû bi rû maye ku piştî hovîtiya ku DAIŞê li herêmê kir, ji gelek aliyan ve nehatiye guhertin.

Tewra piştî têkçûna fermî ya DAIŞê di kanûna duyem a 2017an de, siyasetmedarên xwecihî nebûna xizmetguzarî, jinûveavakirin û dadmendiyê ronî kirin. Bi piranî rewşa Şingalê tirs, bêbawerî û aloziyeke kûr û domdar e, bi taybetî di navbera Êzidî û şêniyên Ereb de ku bi hevkariya DAIŞê tên tawanbarkirin.

Pirsgirêka herî mezin jî ew e ku li ser hovîtiyên DAIŞê lêpirsîneke kêm hatiye kirin, di heman demê de gelek Êzidî dibêjin ku dadgehên giştî destûrê didin ku sûcdar li herêmê jiyana xwe bidomînin bêyî ku werin darizandin:

Em dizanin ku hinek ji kesên ku vegeriyane li gel DAIŞê bûn. Wan kesan piştgiriya DAIŞê dikir da ku deverê dagir bike û jinên me birevîne, ango yek ji wan sedeman ku em careke din baweriya xwe bi van kesan nekin ew e ku em dizanin ku ew li vir bûn û ew jî vê yekê dizanin. Em tenê ji wan [eşîran] daxwaz dikin ku navê kesên ku tev li DAIŞê bûn an jî di bûyerên ku hatin serê Êzidiyan de cih girtine bidin me, lê kes alîkariya me nake (Hevpeyvîn, Duhok, 24.01.2023).

Kesên ku hevpeyvîn bi wan re hatiye kirin diyar dikin ku Êzidiyên ku dozê li dadgehê vedikin, gelek caran rastî gefan tên û neçar dimînin dozên xwe paşve vekişînin. Di demên dawî de ev kar zêde bûye. Her wiha bermahiyên îdeolojîk ên DAIŞê, ango îslamîzm û mezhebperestiya xurt ku Êzidiyan dikin armanc û wan diperçiqînin, berdewam in.

Ji dema têkçûna fermî ya DAIŞê ve, êrîşên xwekujî, bombeyên vedayî û otombîlên bombekirî ku DAIŞ dijî armancên serbazî û sivîlan pêk tîne û li stûyê xwe digire bi tundî berdewam in û DAIŞ jî êdî xwe nenavendî dike. Di çend hefteyên dawî de, xuya ye ku DAIŞ li rojhilatê Sûriyê li ser sînorê Îraqê xwe kom kiriye.

Ji bo rêgirtina li ber êrîşên zêdetir û herwisa ji ber ku aliyên curbicur ên leşkerî û siyasî dixwazin rê li ber vegera Êzidiyan bigirin, rewşa ewlehiyê li Şingalê hatiye kontrolkirin. Kontrolkirina Şingalê ji ber sedemên jeostratejîk û aborî li jêr hevrikiyeke mezin e.

Kesên ku hevpeyvîn bi wan re hat kirin, balê dibin ser terorkirin û kuştina serkirdeyên xwecihî - xasma yên Êzidî - û êrîşên dubare yên esmanî yên Tirkiyê li ser deverê ku bi giranî di medyaya navneteweyî de nayên qalkirin. Li nêzî Şingalê baregeheke leşkerî ya mezin a Tirkiyeyê heye; navçe her wiha bala komên çekdar ên bi piştgiriya welatên cuda dikişîne, li kêleka Amerîka û milîsên alîgirên Îranê, ji ber ku yek ji rêyên sereke ku li rojava Şingalê bi Sûriyê ve û li rojhilêt jî bi Îranê ve girêdide li wir e.

Ev rê wek rêyeke sereke ya qaçaxçîtiya (madeyên hişber, bazirganiya mirovan, çek û cebilxaneyan) tê naskirin. Niha şerekî vekirî yê hindik heye, her çend kesên ku axaftin bi wan re hat kirin ragihandine ku 10 hezar kes ji ber şer tenê sala borî ji cih û warên xwe bûn û pir caran ji tirsa dubarebûna pevçûnan, dever li ber xelkê tê girtin.

Ji wê hejmara zêde ya penaberan, gelek ji wan li kampên Herêma Kurdistanê bi zivistaneke din re rû bi rû dimînin û nikarin vegerin. Ji bo niştecihên Şingalê qet garantiya ewlehiyê tune ye (Hevpeyvîn, Duhok, Kanûna Duyem a 2023).

Rastiya sêyem: Çêkirina fişara derûnî û dersînorkirina bo Bexdayê metirsiyê li ser jiyanê çêdike

Ligel berdewambûna vekirina gorên komî, nêzî 2 hezar û 700 ji yên ku hatine revandin hîna jî serwinda ne (hevpeyvîn, Duhok, Tîrmeha 2017) û karên ji bo vegerandina wan kesan jî berdewam in. Trawma encama demdirêj a wê fişara derûnî ye ku divê Êzidî rojane tê re derbas bibin.

Bi gotina endamê desteya rêvebir a Komeleya Çandî ya Êzidiyan li şarê Kolnê Fêsel Hemûd Beşar, Êzidiyan li Almanyayê ewlekarî û maleke duyem dît (Hevpeyvîn, 04.12.2023). Dersînorkirina wan bo Îraqê dibe sedem ku ew cardin bikevin jêr guvaşa psîkolojîk.

Dr. Kemal Seydo û Fêsel Hemûd Beşar hemfikir in ku Êzidiyên ku berî çend salan hatin Almanyayê û li vir bi cih bûn, ji ber gef û metirsiyên ku civaka wan rûbirûyî wan dibe, divê bo Îraqê neyên sirgûnkirin.

Çareserî: Almanya dikare bi awayekî dîplomatîk tevbigere

Almanya dikare û divê bi awayekî çalak bi bikaranîna peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îraq û Tirkiyê re hevahengiyê bike ji bo baştirkirina rewşa ewlekarî ji bo şêniyên Êzidî li Îraqê – ne girîng e hikûmeta federal heta çiqasî rûbirûyî xemsariyê jî bibe.

Ji aliyekî ve, çareserî ji hewldanên seba peymaneke sererastkirî ya Şingalê pêk tê ku ji hêla cîbicîkirin û biryardanê ve, Êzidî beşek jê bin û li gor xwestekên Êzidiyan be, herwisa pêwîst e peyman were başkirin da ku piştgiriya jiyana Êzidiyên ku li Îraqê mane bike, di nav de jî bidawîkirina kuştina sivîlan bi sedema êrîşên leşkerî yên Tirkiyê.

Ji aliyekî din ve, berdewamkirina peydakirina penageheke ewle ji bo kesên ku berê jiyana xwe li Almanyayê ji nû ve ava kirine, tiştekî pir pêwîst e. Pêdiviya Almanyayê bi koçberên mîna Alya Hesen heye, yên ku kar dikin û li xwendinê digerin - dersînorkirina wan an jî endamên malbatên wan ne çareserî ye.

Divê hikûmeta Almanyayê qedexeyeke seranserî li ser dersînorkirina mêr, jin û zarokên Êzidî deyne û parastina mafên mirovan bike karê xwe yê herî sereke û giraniya xwe deyne ser xizmeta danûstandinên dîplomatîk.

Rapor: Endama Navenda Lêkolînên Hevrikiyan a Bonnê (BICC) Karina Yildirim Schulzing

Werger: Bijar Zibêr 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst