Bakirhan: Ji bo kesên 33 salan di girtîgehê de mane dibêjin 'Çima derketin?'

02-08-2025
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Pêvajo
A+ A-

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku hinek derdorên ku xwe wekî "mixalif" bi nav dikin li dijî pêvajoya nû ya çareseriyê derdikevin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li Enqereyê di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de bi nûnerên saziyên civaka sivîl re civiya.

Tuncer Bakirhan li wir derbarê pêvajoyê axivî.

Bakirhan rexne li medyaya mixalif girt û got, “Beşek ji medyayê bi manşeta ‘Welat perçe dibe’ nûçeyan çêdike, bi gotineke din, di bin her tiştî de li tiştekî digerin.

Du peyvan ji nav sê rûpelan dinirxînin û bi wî awayî hewl didin têgihiştinekê çêbikin.

Em gelekî şaş man. Diviyabû cihê medyaya mixalif ne ev ba.

Pêdivî nîne ku em behsa medyaya desthilatê bikin, ew jixwe wekî ku tiştekî nû hatibe îcadkirin û cara yekem li cîhanê pêvajoyeke wiha tê nîqaşkirin, şerxwaziyê dikin.”

Bakirhan got, “Cihê ku em lê sekinîne diyar e. Cihê ku em lê ne, têkoşîna demokrasî, azadî û edaletê ye” û wiha pê de çû:

“Yên ku ruhê serdemê nexwînin tasfiye dibin. Divê zemînên wekî me yên ku ne dewlet in an jî bi hemû zilm û zora dewletê re rûbirû ne, serdemê bi hestiyariyeke zêdetir bixwînin.

Birêz Ocalan bi xwe kesek e ku ruhê serdemê dixwîne û li gorî wê hertim pêngavên nû diavêje. Em hemû vê dizanin.

Pêşbînîkirina derbeya 80yî û vekişîn, nêrînên wî yên salên 90î yên li ser veguherîna têkoşîna çekdarî bo zemîneke din û helwesta wî ya li gorî hemû pêşhatên piştî wê û herî dawî jî rawestana wî ya bi xwendina vê serdema nû ya guherîn û veguherînê ya li Sûriye û Rojhilata Navîn, xwendineke serdemê ye.

Divê qîmeteke mezin ji vê re bê dayîn. Em li rêyeke nû digerin. Em hemû bi hev re digerin. Ev ne nirxandineke ku tenê Tirkiyeyê pênase dike.

Li cîhanê hemû tevgerên çep, sosyalîst, şoreşger û demokratîk li rêyeke nû digerin.

Şer li her derê ye, pevçûn li her derê ye. Xizanî û neheqî li her derê ye.

Di pêvajoyeke ku nirxên demokratîk li ser kaxezê mane, tên piştguhkirin, komkujî, hovîtî, birçîbûn û kedxwarî nayên dîtin, heke bên dîtin jî hêza kesî têra wan nake û hêzên kapîtalîst û emperyalîst li gorî dilê xwe tevdigerin de, bawer bin ku peywir û berpirsiyariyên herî mezin dikevin ser milê me; şoreşger, kedkar, bindest û gelên ku ji bo azadî û edaletê têdikoşin.

“Pêşbaziyeke wisa heye ku hema bêje rûmeta zimanê Kurdî tê binpêkirin”

Zemînekî wisa heye ku aştî wan xemgîn dike. Aştî çima mirovan xemgîn dike? Mirov di fêmkirina vê de zehmetiyê dikişîne.

Bifikirin, nêrîneke wisa heye ku qebûl nake ew kesên ku cezayê xwe qedandine û ji ber ku pir pirtûk xwendine yan govend gerandine çend salan zêdetir di girtîgehê de mane, bên berdan.

Kirina vê yekê ji aliyê derdorên ku em dikarin wekî mixalif pênase bikin, hinekî ecêb e. Pêşbaziyeke wisa heye ku hema bêje rûmeta zimanê Kurdî tê binpêkirin.

“Ji bo kesên 33 salan di girtîgehê de mane dibêjin çima derketin”

Rasterast nabêjin 'Bila tabûtên ciwanan bên' lê ji bo kesên 33 salan di girtîgehê de mane dibêjin çima derketin?

Ax, ev sîstema neheq û hiqûqî ev ceza daye. 33 sal ne hêsan e. Yên ku di 3 mehan de tarûmar dibin vê dibêjin.

Yên ku 3 rojan di girtîgehê de bimînin dê bibin îtirafkar, dê bigirîn û bibêjin ‘Min xilas bikin’, niha dibêjin çima ew kesên 33 salan di girtîgehê de mane tên berdan.

Bi rastî mirov di fêmkirinê de zehmetiyê dikişîne. Eger hûn bipirsin li cîhanê tiştê herî şermok çi ye, ez dê bibêjim li dijî aştiyê derketin e.

Ma tiştekî ji li dijî aştiyê derketinê şermoktir heye? Min behsa medyaya desthilatê jî kir; ew jixwe tiştekî nû vedibêjin, em jî hewl didin fêm bikin ka çi vedibêjin.

Heman ziman, ti guherîn nîne, ti hewldan nîne. Tiştekî wisa heye ku aştî tenê karê Kurdan e. Ji bilî me kesek li qadê nîne, kesek serê xwe naêşîne.

Yanî naxwazim neheqiyê bikim, dostên wekî we li derveyî vê parantezê ne. Ew jî li ser ekranan şerxwaziyê dikin.

Li Siwêdaya Sûriyeyê tiştek dibe, aman ha dibe ku pêşhatên li vir bibin sedem ku Kurd mafên xwe bistînin.

Tenê Kurd. Tenê maf û statuya ku Kurd dê bi dest bixin. Li welatekî wisa ecêb em dijîn.

“Bila em nêzîkatiyên bi terorê û merorê deynin aliyekî”

Em dibêjin aştî, ew dibêjin 'Tirkiyeya bê teror'. Di nêzîkî 2 hezar civînên me de ev gelek hat rexnekirin.

‘Aştî yan Tirkiyeya bê teror?’ Ma her du yek in? Welatî dibîne ku ferqa di navbera her duyan de gelekî mezin e.

Em dibêjin 'Em soza Tirkiyeyeke di nav aştiyê de bidin'. Bila em nêzîkatiyên bi terorê û merorê deynin aliyekî.

Daxwaza mafê ziman, daxwaza demokrasiyê; daxwaza hemwelatîbûna wekhev li ser zemîneke demokratîk, gotina ku divê Elewî bibin hemwelatiyên wekhev, ti eleqeya wê bi teror û terorîstiyê re nîne.

“Ev komîsyon bi derfeteke dîrokî re rûbirû ye”

Mijareke girîng jî komîsyona ku hatiye avakirin e. Em dê wê jî nîqaş bikin. Ev komîsyon bi derfeteke dîrokî re rûbirû ye.

Divê peywira vê komîsyonê dermankirina birînên borî be. Divê ewlehiya îro ava bike. Divê vîzyona hevbeş a paşerojê jî xêz bike.

Eger komîsyon vê bi ser bixe dê 86 milyon bi ser bikevin, demokrasî dê bi ser bikeve…

Li vir gelek sazî hene û em gelekî girîngiyê didin wan. Eger civaka sivîl nebe, aştî nîvco dimîne.

Em çi ji destê me tê dikin da ku civaka sivîl li derve nemîne. Ev mesele ne meseleyeke ku tenê di komîsyona parlamentoyê de bê asêkirin.

Mesele ne tenê demokratîkbûna pirsgirêka Kurd e, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Di aboriyê de edalet e.

Li ser zemîneke ku tenê serokên partiyan diaxivin û 3-5 nûnerên partiyan rûniştine, aştî nayê avakirin.

“Em bangî civaka sivîl dikin ku bi awayekî çalak peywirê bigire ser milên xwe”

Divê civaka sivîl ne temaşevan be, divê bibe yek ji rêvebir û mîmarên sereke. Em hewl didin vê bikin.

Ev meseleya Aştî û Civaka Demokratîk, dê li ser milên me bilind bibe. Wekî din, Kurd dê bi sîstemê re rûbirû bimînin.

Peywirên mezin dikevin ser milê we. Em hinek tiştan dikin. Qanûneke bi navê TMKyê (Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê) heye. Mînak li vir nêzîkî 30-40 pêkhate hene.

Ax, dikare li ser vê mijara TMKyê xebatekê bimeşîne û zextekê çêbike. Yanî bila em hinekî di mijara Tirkiyeyê de piştevaniyê bikin.

TMK belaya serê her kesî ye. Ji ber tiştên hêsan ên wekî twîtek, hebûna telefona siyasetmedarekî di rehbera we de, mirov dikarin bên girtin.

Em bangî civaka sivîl dikin ku di vê mijarê de bi awayekî çalak peywirê bigire ser milên xwe.

Eger civaka sivîl bêdeng bimîne, aştî çênabe. Lihevkirina civakî, Tirkiyeyeke demokratîk û aştî tenê bi civaka sivîl dikare were avakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst