Girtiyê Kurd ê nexweş piştî 30 salî hat berdan

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Naîl Demîr Girtiyê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê nexweş Naîl Demîrê 59 salî ku di lîsteya nexweşên giran a Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, piştî 30 salî hat berdan.

Girtiyê nexweş ê Kurd Naîl Demîr ji sala 1993yan ve di girtîgehê de bû.

Demîr piştî 30 salî, 1ê Îlonê di temenê xwe yê 59 salî de hat azadkirin.

Naîl Demîr ê 30 salî di girtîgehê de ma nexweşê penceşêra kolonê û prostatê ye.

Ew diviyabû bi biryara desteya çavdêr û îdareya girtîgehê 12ê Tebaxê ji girtîgeha Afyonkarahîsarê bihata berdan.

Tevî vê biryarê berdana wî 6 mehan hatibû paşxistin.

Girtiyê Kurd Naîl Demîr ji bo hilweşandina biryarê serî li dadweriya înfazê dabû lê daxwaza wî hatibû redkirin.

Li gorî zanyariyan Naîl Demîr herî dawî li dadgeha cezayên giran nerazîbûn nîşan daye û piştî vê nerazîbûnê biryara azadkirina wî hatiye dayîn.

Naîl Demîr piştî ku hat azadkirin dîmenên wî li ser tora civakî hatin belavkirin.

“Bijî berxwedan”

Girtiyê Kurd piştî ku hat berdan got:

“Ez bawer nakim ku ez derketime. Ev hesteke pir xweş e.

Bijî berxwedan û nemîne faşîzm.”

Partiya Çepên Kesk (YSP) jî li ser paşxistina biryara azadkirina Naîl Demîr li Parlamentoya Tirkiyeyê pirsek ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê kiribû.

Naîl Demîr 22ê Tebaxa 1993yan bi hinceta “endamtiya rêxistinê li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê hatibû girtin.

Di 30 salên xwe yên girtîgehê de li 7 girtîgehên cûda ma û ji ber nexweşiya pencşêrê û çend nexweşiyên din di lîsteya nexweşên giran a Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst