Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina (HPG) nasnameya 5 gerîlayên ku di demên cuda de li herêmên Xakurk û Avaşînê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê di daxuyaniyekê de diyar kir 5 gerîlayên wê di demên cuda de li Xakurk û Avaşînê di encama operasyon û pevçûnan bi hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê re canê xwe ji dest daye.
HPGyê got, "Em soza xwe dubare dikin ku xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û meşa xwe ya rêbertiya azad, Kurdistana azad bi serketinê tacdar bikin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayên ji neteweyên Kurd, Ereb û Azerî di nav refên wan cih girtiye û ji bo "azadiya gelan" têkoşiyane.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên gerîlayên canê xwe ji dest daye bi vî rengî ne:
Serxwebûn Demhat: Navê wî yê fermî Azad Çagala ye û ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ye.
Serxwebûn 29ê Tebaxa 2020î li Xakurkê canê xwe ji dest daye.
Sara Dilsoz: Navê wê yê fermî Emîne Elî ye û li Reqayê ji dayik bûye.
Sarayê 18ê Adara 2020î li Avaşînê canê xwe ji dest daye.
Hêmin Urmiye: Navê wî yê fermî Suheyl Bayramzade ye û li Tehrana paytexta Îranê ji dayik bûye û 3yê Nîsana 2020î li Xakurkê canê xwe ji dest daye.
Ronî Xezal: Navê wî yê fermî Mehmet Salih Surer e û li Wana Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.
Ronî 3yê Nîsana 2020î li Xakurkê canê xwe ji dest daye.
Serhed Qelqelî: Navê wî yê fermî Onder Bagli ye û li Wanê ji dayik bûye.
Serhed Qelqelî, 3yê Nîsana 2020î li Xakurkê canê xwe ji dest daye.
HPGyê di berdewamiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên gerîlayan û ji gelê Kurd re xwest.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse