Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê pîkabek ji rê derket û di kendalde çû xwarê, 2 mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gor zanyariyan li gundê Kehê ku yê Colemêrgê, pîkaba ku welatiyê bi navê Yilmaz Ertunç diajot ji rê derket û di kendalekê de çû xwarê û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê AFAD û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.
Şofêrê otomobîlê Yilmaz Ertnuç û her du welatiyên bi navên Sefer û Zumrut Ertunç ku di pîkabê de asê mabûn ji aliyê tîman ve hatin derxistin û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Lê Sefer Ertunç û Zûmrût Ertunç tevî hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku rewşa şofêrê pîkabê jî giran e û di beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse