Mesrûr Barzanî û fermandarê nû yê CENTCOMê civiyan

02-09-2025
RÛDAW
Nîşan Charles Brad Cooper Mesrûr Barzanî CENTCOM Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî fermandarê nû yê Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Charles Brad Cooper kir.

Di civînê de guherînên ewlehiyê yên Îraq û herêmê mijara sereke bû û tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştgiriya ji bo hêzê Pêşmergeyan hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Cooper kir û di erka wî de jê re serkeftin xwest.

Her wiha spas û pêzanîna Herêma Kurdistanê ya ji bo hevkarî û piştgiriya Amerîkayê ducare kir.

General Kevin Lambertê ku Fermandarê nû yê Hêzên Hevpeymanan ê li Îraq û Sûriyeyê ye jî beşdarî civînê bû û Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê CENTCOMê Cooper amaje bi girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê ya wekî hevpeyman û hevparê sereke yê Amerîkayê yê li herêmê kir.

Cooper her wiha piştgiriya welatê xwe ya ji bo ewlhî û aramiya Herêma Kurdistanê ducare kir.

Yekî ji mijarên din ên civînê gotûbêjkirina li ser rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê û her wiha guherîn û bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst