PWK: Qazî Mihemed îro jî rêya me ronî dike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PWK Pêşewa Qazî Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PWKyê ragihand ku Pêşewa Qazî Mihemed îro jî di têkoşîna wan de rêya wan ronî dike.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di 79emîn salvegera îdamkirina Serokomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed de daxuyaniyek belav kir.

PWKyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Qazî Mihemed û hevalên wî, 79 sal berê wekî îro ji aliyê Dewleta Îranê ve li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin îdamkirin.

PWKyê bi bîr xist ku Komara Kurdistanê, 22yê Kanûna Paşîna 1946an li Meydana Çarçirayê ji aliyê Serokomar Qazî Mihemed ve hatibû ragihandin lê mixabin, ew komar 17ê Kanûna Pêşîna 1946an ji aliyê Dewleta Îranê ve hate rûxandin.

PWKyê diyar kir ku Qazî Mihemed û hevalên wî piştî rûxandina Komara Kurdistanê hatin girtin û got:

“Pêşewa Qazî Mihemed li dadgehê doza Kurdistanê bi rûmetî parast. Dadgeha Îranê ku ji pîvanên hiqûqê dûr bû, biryara îdamê da wan.

Ev biryar 31ê Adara 1947an hate bicihanîn.”

Rêbaz û hişmendiya Kurdistanî

PWKyê destnîşan kir ku jiyan, helwest, şexsiyet, wesiyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed rêbaz û hişmendiya Kurdistanî pêşkêş dikin û got:

“Ew wesiyet ji bo îro jî wezîfeyên neteweyî û dîrokî nîşanî gelê Kurd didin.

Ji roja ku Alaya Kurdistanê radestî Mele Mistefa Barzanî hate kirin û vir ve, ev alaya her bi destên kedkar û têkoşerên azadiya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê li ba ketiye.

Niha ew ala li ser Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ba dibe."

Piştgirî ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê

PWKyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser "Hevpeymaniya Partiyên Siyasî yên Kurdistana Îranê" ku ji aliyê 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye avakirin.

PWKyê piştevaniya xwe ji bo wê tifaqê nîşan da û got:

"Em hêvî dikin ku ev tifaq hîn jî berfirehtir bibe û veguhere destkefteyekê da ku gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê mafê çarenûsiya xwe û statuyeke siyasî bi dest bixe.

Em bi hemû hebûn û hêza xwe li cem xwişk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne."

PWKyê di dawiya daxuyaniya xwe de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr anîn.

PWKyê tekez kir ku helwesta Pêşewa Qazî Mihemed a birûmet û şîretên wî, îro jî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rêya wan ronî dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst