Bahçelî gef li Baydemîr xwar: Wêrek e bila li Sêrtê bibêje ev der Kurdistan e

02-11-2021
RÛDAW
Karvedanên li ser navê Kurdistanê berdewam in
Karvedanên li ser navê Kurdistanê berdewam in
Nîşan Kurdistan Osman Baydemir Devlet Bahçeli
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştç yê MHPê Devlet Bahçelî bi tundî bersiva axavtina siyasetemdarê Kurd Osman Baydemîr a bo Rûdawê da û got: “Wêrek be bila bê li Sêrtê bibêje ev der Kurdistan e.”

Karvedana axaftinên parlementerê berê yê HDPê û siyasetemdarê Kurd Osman Baydemîr ên di derbarê Kurdistanê de berdewam in.

Osman Baydemîr li Parîsê di bîranîna salvegera koça dawiyê ya Dr. Necmedîn Kerîm de ji Rûdawê re gotibû ku ew bi germî pêşwaziyê li axaftinên Cemîl Taşkesen dike ku li Sêrtê ji Meral Akşener re gotibû ku ev der Kurdistan e.

Osman Baydemîr piştevaniya xwe bo gotinên Cemîl Taşkesen diyar kiribû û gotibû: “Li ser destûra we û destûra temaşevanên we, ew biraderê me (Cemil Taşkesen) ez dilê wî maçî dikim, bi rastî jî mala wî hezar car ava û ew der Kurdistan e û Kurdistan hezar caran ava. Lazim e dagirker bizanibin ku ew axa niha weke mêvan lê ne, ew axa yan dê wek Kurdistan qebûl bikin an jî dê paşerojê de bibin cîranên Kurdistanê.”

Vê axaftina Siyasetmedarê Kurd û Parlamenterê Berê yê HDPê Osman Baydemir bo Rûdawê li Parîsê, nîqaşa derbarê anîna navê Kurdistanê de li Tirkiyê zêdetir kiriye. Serokê MHPê roja Sêşemê li Parlamentoya Tirkiyê di civîna fraksyona partiya xwe de bi tundî bersiva Baydemir da.

Devlet Bahçel anî ziman ku li nav sînorên Komara Tirkiyê bi navê Kurdistanê cihek nîn e û qet jî nabe û “eger pêwîst bike ewê şehîd bibin”, lê qet rê nadin dabeşkirin û parçekirina dewleta xwe û got: “Osman Baydemirê terorîst bila bê van axaftinan li Tirkiyê bike. Ji dûr ve axaftin asan e, eger wêrek e, bila bê û li beramberî me bibêje, Sêrt Kurdistan e.”

Nîqaşa li ser anîna navê Kurdistanê piştî wê yekê destpê kir ku roja Pêncşemba derbasbûyî, dema Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener serdana navçeya Misircê ser bi parêzgeha Sêrtê kir û çû nav bazarê, welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen jê re got evder Kurdistan e û li parlamentoyê ziman, nasnameya Kurd û Kurdistan tên înkarkirin. Serokê MHPê jî îddîa dike ku bi navê Kurdistanê cihek nîne û qet jî nabe.

Bahçelî herwiha got: “Li nav sînorên Komara Tirkiyê bi navê Kurdistanê cihek nîne û qet jî nabe. Eger pêwîst bike şehîd dibin, lê em qet rê nadin dabeşkirin û parçekirina dewleta xwe.”

Cemîl Taşkesen piştî hat azadkirin ji Rûdawê re axifî û got: “Ew ji wan axaftinên min nîgeran bûn, lê nîgeranbûna wan ne girîng e. Ev der Kurdistan e, yên li vê derê dijîn Kurd in, çanda me, dîroka me, hebûna me û her tiştê me Kurd û Kurdistan e. Xwe aciz kirin, ji ber ku ne bi dilê wan e, aciziya wan gelek girîng nîne”

Herçiqas Cemîl Taşkesen danê sibehê yê roja Înê 29ê Cotmehê piştî desteserkirin û wergirtina îfadeya wî, derengê şevê yê heman rojê hat azadkirin, lê karvedanên li ser vê helwêsta wî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst