HSDyê li Reqayê operasyonek li dar xist: 15 kes hatin girtin

02-11-2025
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) DAIŞ Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi beşdariya Hêzên Asayîşa Navxwe (Asayîş) û Hêzên Tawanên Organîze li Reqayê operasyoneke berfireh kir û di encamê de 15 gumanbar hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê da zanîn, di operasyonê de ku heta serê sibehê berdewam kir, 15 kes hatin girtin.

Hat ragihandin ku Asayîşê li taxa Mişlebê bazirgan û belavkerên madeyên hişbir, Hêzên Tawanên Organîze kesên bi tawanên cuda û HSDyê jî endamên DAIŞê li taxa Firdewsê û taxên din girtine.

Li aliyê din, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku doh li gundê Nehd El Benatê yê bajarokê Eyn Îsayê yê li bakurê Reqayê, di operasyoneke hevbeş a bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî de 5 endamên DAIŞê hatine girtin.

SOHRê ragihand ku kesên hatine girtin xelkê bajarokê Şihêlê yê Dêrezorê ne û 10 roj berê li ser rêya Eyn Îsa-Reqayê beşdarî êrişeke li dijî 2 otomobîlên HSDyê bûbûn.

Ev operasyon di çarçoveya operasyonên hevbeş ên HSD û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî de ne ku ji bo şopandina şaneyên DAIŞê tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst