ŞAM - Mûşek li nêzîkî balafirgeha leşkerî ket

Duh li 11:01
RÛDAW
Nîşan Şam Balafirgeha Mezehê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mûşekek li nêzîkî Balafirgeha Leşkerî ya Mezehê ya li Şamê ket û dengê teqînan hat bihîstin.

Îsraîlê ji dema rûxîna desthilata Esed ve, zêdetirî hezar êrişên asmanî li Sûriyeyê pêk anîne û beşeke mezin a şiyanên stratejîk ên welêt wêran kirine.

Nûçegihana Rûdawê ya Şamê Vîviyan Fetahê ragihand ku dengê sê teqînan ji nêzîkî Balafirgeha Leşkerî ya Mezehê ya li Şamê hatiye bihîstin.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, mûşekeke ku çavkaniya wê nehatiye naskirin li nêzîkî Balafirgeha Leşkerî ya Mezehê ketiye lê ti zererê canî û madî çênebûne.

Zêdetirî hezar êrişên asmanî

Îsraîlê heta niha zêdetirî hezar êrişên asmanî li ser axa Sûriyeyê pêk anîne.

Di encama van êrişan de ji sedî 70 heta 80yî şiyanên stratejîk ên Sûriyeyê hatine wêrankirin.

Pêşveçûna bejahî û "Xeta Alfayê"

Îsraîl tenê bi êrişên asmanî nema, "Xeta Alfayê" (Peymana 1974an) jî derbas kir û bi bejahî kontrola herêmên berfireh ên li başûr kir.

Artêşa Îsraîlê, lûtkeya Çiyayê Hermonê (aliyê Sûriyeyê), bajarê Quneytrayê û bajarokên wekî Xan Ernebe û Qetenayê kontrol kirin.

Armanca Îsraîlê ew e ku "herêmeke ewlehiyê" ya tampon ava bike û rê li ber nêzîkbûna her koma çekdar a li sînorê Colanê bigire.

Hêjayî bibîranînê ye ku yek ji êrişên herî tund ên dawî 28ê Çiriya Paşîn a 2025an li ser herêma "Beyt Cinê" hatibû kirin û di encamê de 13 kes hatibûn kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst