Abdurrahîm Akdag: Pirsgirêka Kurdan a li Sûriye û Tirkiyeyê ji hev nayên cudakirin

Duh li 05:41
RÛDAW
Hêvîdar Zana û Abdurrahîm Akdag\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hêvîdar Zana û Abdurrahîm Akdag\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Abdurrahîm Akdag Pêvajoya Çareseriyê Pirsgirêka Kurdan Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahîm Akdag diyar kir ku Pirsgirêka Kurdan a li Sûriye û Tirkiyeyê ji hev nayên cudakirin.

Akdag beşdarî bultena Bakur a Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser pêvajoya çareseriyê û geşedanên herêmî bersivandin.

Abdurrahîm Akdag bi bîr anî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 26ê Tebaxa 2024an li Malazgirtê referansek da dîrokê û got:

"Milazgir cihekî taybet e. Li wê derê hêza Kurdan bi Alparslan re ew serkeftin bi hev re qezenc kirin. Di baweriya gelê Tirkiyeyê de cihê vê yekê yê taybet heye."

"Xebat gihîştine qonaxa amadekariyên qanûnî"

Akdag li ser xebatên Komîteya Parlamentoa Tirkiyeyê jî axivî û eşkere kir ku Komîsyonê zêdetirî 130 kesî guhdar kiriye û serdana Abdullah Ocalan a li Îmraliyê jî pêk hatiye.

Siyasetmedar Akdag da zanîn ku niha xebat gihîştine qonaxa amadekariyên qanûnî û wiha axivî:

"Evên ku çek danîne, yên li çiyê ne û yên di girtîgehê de ne, dê rewşa wan çi bibe û li ser wan çi biryar bê dayîn, niha mijar gihîştiye vê qonaxê. Komîsyonê xebatên xwe du mehên din dirêj kirin."

"Dibe ku Mezlûm Ebdî herê Şamê"

Abdurrahîm Akdag li ser Peymana 10ê Adarê ya di navbera Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de got, "Ev peyman bi înîsiyatîfa Amerîkayê hatiye îmzekirin" û pê de çû:

"Li gorî agahiyan, di nav 10 rojên bê de dê Mezlûm Ebdî dê herê Şamê û lihevkirinê pêk bînin.

Ji îro û pê ve li Tirkiye û Sûriyeyê kes şer naxwaze, lewra her kes betilî ye."

Akdag bal kişand ser daxwazên Tirkiyeyê yên ji HSDyê û got:

"Tirkiye dixwaze kesên ne ji Sûriyeyê bin ji nav HSDyê derkevin. Ev ji bo ewlehiya Tirkiyeyê wekî metirsî tê dîtin. Ez bawer im di wî warî de jî dê çarek bê dîtin."

"Erdogan ji bo aştiyê têkoşîneke mezin dide"

Abdurrahîm Akdag li ser raporên partiyên Komîsyonê jî axivî û diyar kir ku HUDA PARê di mijara zimanê Kurdî û naskirina Kurdan a di destûrê de daxuyaniyên zelaltir dane.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê her wiha destnîşan kir ku Erdogan ji bo aştiya herêmê têkoşîneke mezin dide û got:
"Tayyîp Erdogan vê dixwîne; eger tu mala xwe aram nekî û ber deriyê xwe paqij nekî, dê destê derve bibe astengî.

Tecrûbeya wî ya siyasî gelekî zêde ye. Di 15ê Tîrmeha 2016an de jî Kurd û Tirkan bi hev re ji bo aramiya welat têkoşîn da.

Divê berpirs ewle bin ku ji xêrê pê ve tiştekî din di dilê Kurdan de nîne."

Abdurrahîm Akdag di dawiyê de destnîşan kir ku her çi qas di pêvajoyên wekî salên 2011-2014an de astengî derketibin jî, niha daxwaza gel û berpirsan a ji bo aştiyê xurt e û ev pêvajo didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst