Ti berbijêrên Kurd di hilbijartinên Fînlandayê de biserneketin

03-04-2023
RÛDAW
Nîşan Fînlanda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartinên parlamentoya Fînlandayê de ku medyayên wî welatî îro encamên wê belav kirin, ti berbijêrekî Kurd nekarî biserkeve û derbasî parlamentoyê bibe.

Di hilbijartinên parlamentoya Fînlandayê de 3 berbijêrên Kurd bi navên Geşaw Bîbanî ji Partiya Yekîtiya Çep, Şeyda Sohrabî ji Partiya Hevpeymaniya Niştimanî û Şîrîn Namîq ji Partiya Keskan û Jîngehê beşdar bûbûn, lê ti yekî ji wan dengên pêwîst bidestnexistin û biserneketin.

Şîrîn Namîq yeji berbijêrên Kurd îro Duşemê 3ê Nîsana 2023 ji Rûdawê re ragihand, berbijêrên Kurd dengên pêwîst misoger nekirine, lê belê Geşaw Bîbanî ji Partiya Yekîtiya Çep a Fînlandayê bûye yedeka yekem û eger parlamenter dest ji kar berde, ew dê bibe parlamenter.

Derbarê sedema derneketina xwe de, Şîrîn Namîq got: “13 sal in ez li derveyî Fînlandayê dijîm û wek pêwîst hemwelatî min nas nakin, lê belê di çar salên bihê de ez dê bêtir kar bikim daku bikarim bigihim parlamentoyê.”

Li gor encamên ku hatine ragihandin, rêjeya dengên partiyên sereke di hilbijartinên Fînlandayê de bi vî awayî ye: Partiya Hevpeymaniya Niştimanî 20.8%, Partiya Finns anku Fînlandiyan 20.1% û Partiya Sosyal Demokrat a Serokwezîr Sanna Marine 19.9% dengan bidestxistine.

Her sê aliyên sereke yên hilbijartinên Fînlandayê nêzîkî 20% dengan bidestxistine, lewra ti yek ji wan partiyan nikarin bi tena serê xwe hikûmetê pêk bînin.

Li gor encaman, Hevpeymaniya Niştimanî 48 kursiyên parlamentoyê, Partiya Finns anku Fînlandiyan 46 kursî û Partiya Sosyal Demokrat jî 43 kursiyên parlamentoyê misoger kirine.

Serokê Partiya Hevpeymaniya Niştimanî, Petteri Orpo piştî ragihandina encamên destpêkê li Helsînkiyê di nava alîgirên partiya xwe de serkeftina di hilbijartinan de ragihand û got: “Me piranî qezenc kir. Li ser bingehê vê encamê, em dê danûstandinan ji bo avakirina hikûmeteke nû bo Fînlandayê di bin serkirdayetiya Partiya Hevpeymaniya Niştimanî de destpê bikin.”

Berbijêra Partiya Sosyal Demokrat, Sanna Marîn ya 37 salî jî şikesta partiya xwe di hilbijartinan de qebûl kir.

Marîn di gotarekê de ji bo endam û alîgirên partiya xwe got: “Pîrozbahiyê li serkeftiya hilbijartinan dikim. Pîrozbahiyê li Partiya Hevpeymaniya Niştimanî û Partiya Finns dikim. Demokrasiyê xwe îsbat kir.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst