Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê li nav erdê vala termê zilamekî hat dîtin.
Li gorî agahiyan, roja sêşemê li taxa Sanayiyê ya navçeya Qoserê welatiyan li nav erdekî vala termê kesekî dît û saziyên peywendîdar ji rewşê agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman piştî lêkolîna li cihê bûyerê termê kesê ku nasnameya wî hîn ne diyar e veguhast morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse