Pasdaran li Baneyê kolberekî din kuşt

03-05-2024
Nîşan Kolber Îran Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberê bi navê Celal Sohrabî ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, Celal Sohrabî 48 salî ye, zewicî ye û bavê 2 keçan e.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihand ku doh li Çiyayê Sorkewê yê Baneyê kolberê bi navê Celal Sohrabî yê xelkê gundê Tajanê yê Baneyê ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Hengawê amaje bi wê yekê jî kir ku guleya pasdarên Îranê li sînga Celal Sohrabî ketiye û ji ber wê canê xwe ji dest daye.

Li gorî rapora Hengawê, Celal Sohrabî sala 2023yan jî li Baneyê di gulebarana pasdarên Îranê de birîndar bûbû.

Do jî kolberekî ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Hêmin Ehmedî ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê ve hatibû kuştin.

Di meha nîsanê de herî kêm 4 kolber ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin kuştin û 33 kolber jî hatin birîndarkirin.

Di meha adarê de jî 13 kolberan canê xwe ji dest dabû.

Li gorî zanyariyan 4 kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn kuştin.

4 kes ji çiyayan ketibûn xwarê û 2 kes jî ji ber sermayê miribûn.

Herwiha kolberek jî ji ber krîza dil û 2 kolberan jî di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest dabû.

Di meha adarê de 78 kolber jî birîndar bûbûn.

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, sala 2023yan herî kêm 32 kolberan canê xwe ji dest daye û 307 kolber jî birîndar bûn û 2 kolber jî winda ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst