Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Tehranê yê paytexta Îranê îro du dadger hatin kuştin.
Desthilata Dadgeriyê ya Îranê ragihand ku serê sibehê kesekî li ber avahiya dadgehê gule reşandine û du dadger kuştine.
Hat diyarkirin ku kesekî bi planeke amadekirî, di nava dozgeriya giştî de du dadger kuştine ku di warê tawanên li dijî ewlehiya niştimanî, sîxurî û terorê de dixebitîn.
Desthilata Dadgeriyê ya Îranê da zanîn:
“2 dadwerên payebilind Serokê Şaxa 39an Elî Razînî û Serokê Şaxa 53yan a Dadgeha Bilind a Înqilaba Îslamî Mihemed Muqîse hatin qetilkirin.”
Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê hewl da ku êrişkar bigirin lê wî xwe jî kuşt.
Desthilata Dadgeriyê ya Îranê ragihand ku lêkolîn li ser bûyerê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse