Qubad Talebanî: Onder bi hêvî li pêvajoya aştiyê dinêrî

03-05-2025
RÛDAW
Nîşan Sirri Sureyya Onder Qubad Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji ber wefata Sirri Sureyya Onder sersaxî ji hezkiriyên wî re xwest û got, “Onder bi hêvî li pêvajoya aştiyê dinêrî.”

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di peyamekê de xemgîniya ji ber koça dawî ya Sirri Sureyya Onder nîşan da û got, “Mirinê nehişt ew paşeroja geş a bibîne.”

Peyama Qubad Talebanî wiha ye:

“Wî bi dilekî tijî hêvî û rûyekî geşbîn li pêvajoya aştiyê û paşeroja gelê Kurd a li Tirkiyeyê dinêrî."

Mixabin, mirinê nehişt ku ev dilê hêvîdar wê paşeroja geş a jiyana hevbeş bibîne ku ku wî di tevahiya jiyana xwe de ji bo wê têkoşîn kiribû.”

Em hemû bi bihîstina nûçeya mirina Parlamentera DEM Partiyê  û Endama Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder xemgîn bûn.

Ez sersaxiyên xwe yên ji dil ji hevalên wî yên DEM Partiyê û hemû çalakvanên aştiyê yên Kurd û Tirk re dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst