Li Colemêrgê qeza: 2 mirî û 3 birîndar

03-05-2025
RÛDAW
Nîşan Colmemêrg Gever Qezaya Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê minîbûsa karkeran ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Bûyer demjimêr derdora 05:30 xulekên vê sibehê li gundikê Sêgûzanê yê girêdayî gundê Şagilordê yê bi navçeya Geverê çêbû.

Minîbûsa karkerên şantiyeyê ku Ezber Pertevê 38 salî diajot şemitî û ji rê derket. Piştre jî kendalekî çû xwarê û ket nav rûbar.

Li gor çavkaniyên xwecihî karkerên di minîbûsê de Necdet Ozşahîn ê 47 salî û Levent Safali yê 45 salî li cihê bûyerê mirin.

Her wiha şofêrê minîbûsê jî tevî 2 kesên din birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Li gorî amarên fermî di sala 2024an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 623 hezar û 148 qezayên trafîkê çêbûne.

Di wan qezayan de 2 hezar û 713 kes mirine û 388 hezar û 644 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst