Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Metropoll ya Rapirsiyê li Tirkiyê rapirsiya xwe ya meha Gulanê ya bi navê “Nebza Tirkiyê” kir. Li gor encamên wê rapirsiyê tifaqa opozîsyonê bi 8 xalan li pêşiya desthilatê ye û di hilbijartinan de biserdikeve.
Serokê Kompaniya Rapirsiyê ya Metropollê Prof. Dr. Ozer Sancar encamên dawî yên rapirsiya meha Gulanê ya bi navê “Nebza Tirkiyê” li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kirin.
Di rapirsiyê de ji kesên beşdar hatiye pirsîn eger heftiya pêş li Tirkiyê hilbijartin çêbibe dê dengên xwe bidin kê?
Li gor encaman ji %48.0ê beşdarbûyan gotiye ku ew dê dengên xwe bidin Tifaqa Millet û %40.1 ji beşdarbûyan jî gotiye ku ew dê dengên xwe bidin Tifaqa Cumhur ku niha desthilat e.
Herwiha li gor heman rapirsiyê li Tirkiyê %11.9 ya xelkê bê biryar in û hêjî biryar nedane ku dê dengê xwe bidin kîjan alî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse