Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Federasyona Otobusan a Tirkiyeyê ragihand ku li Stenbolê hemû bilêtên seferên sereke yên ji bo Cejna Qurbanê hatine firotin.
Ji ber eleqeya zêde, fîrmayan dest bi firotina bilêtên seferên zêde kiriye.
Serokê Federasyonê diyar kir, bêhnvedana cejnê ya 9 rojan "bêhneke nû" daye sektora veguhastinê.
Serokê Federasyona Otobusan a Tirkiyeyê (TOFED) Bîrol Ozcan li ser mijarê daxuyanî da.
Bîrol Ozcan da zanîn ku biryara hikûmetê ya li ser dirêjkirina bêhnvedana cejnê ji bo 9 rojan, di sektora veguhastina bejahî de tevgereke aborî afirandiye.
"Cejna Qurbanê ji Cejna Remezanê qerebalixtir e"
Bîrol Ozcan bal kişand ser cudahiya vê cejnê û Cejna Remezanê û got:
"Di Cejna Remezanê de ji ber ku dibistan hîn vekirî bûn, qerebalixî negihîşt wê asta ku me hêvî dikir.
Lê ji bo vê cejnê, ji ber ku demsala havînê ye û dibistan girtî ne, hemû seferên me tije bûne.
Ji ber eleqeya zêde, me dest bi firotina bilêtên seferên zêde kiriye."
Li gorî daxuyaniya Ozcan, Wezareta Veguhastinê ji 15ê Gulanê heta 2ê Hezîranê destûr daye fîrmayan ku seferên zêde bikin.
Ozcan destnîşan kir ku di cejna borî de hejmara seferên rojane derdorê hezar û 300î bû lê di vê cejnê de armanca wan ew e ku rojane bigihîjin hezar û 800 seferan.
Hişyariya li ser bihayê bilêtan
Li ser îdiayên bihabûna bilêtan jî Bîrol Ozcan diyar kir ku welatî bi şaşî fêm dikin û wiha axivî:
"Eger bihayê fermî yê xetekê hezar lîre be, dibe ku fîrma di demên asayî de bi daxistinê bi 700 lîreyî bifiroşe.
Dema di cejnê de biha dîsa dibe hezar lîre, rêwî wisa difikirin ku biha bûye.
Lê di rastiyê de ev tenê rakirina daxistinê ye. Fîrma nikarin ji sînorê bihayê fermî derkevin."
Daxwaza bikaranîna pira navîn
Serokê TOFEDê hişyarî da geştyaran ku ji bo ewlehiya xwe nekevin xefka qorsanan û veguhastina neyasayî.
Wî xwest ku welatî bilêtên xwe tenê ji fîrmayên xwedî lîsans ên di otogaran de bikirin.
Bîrol Ozcan her wiha ji rayedaran xwest ku di şevên cejnê de (ji saet 23:00yan heta 06:00ên sibehê) destûrê bidin otobusan da ku "Pira Fatih Sultan Mehmet" bi kar bînin.
Bi gotina wî, bikaranîna "Pira Yavuz Sultan Selim" (pira sêyem) rêya wan bi sedan kîlometreyî dirêj dike û zererê dide sektorê.
Li gorî amarên fermî yên Wezareta Veguhastinê ya Tirkiyeyê, tenê di Cejna Remezanê ya îsal de, milyonek û 632 hezar û 831 rêwiyan bi 44 hezar û 733 seferên otobusan geşt kir.
Tê pêşbînîkirin ku ev hejmar di Cejna Qurbanê de zêdetir bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse