Meşa girseyî li Bazîdê: 'Ji zimanê Kurdî re statû, bi Kurdî perwerdehî'

03-06-2025
RÛDAW
Nîşan Zimanê Kurdî Heval Dilbihar Ehmedê Xanî Bazîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê saziyên ziman bi pêşengiya DBP, TJA û DEM Partyê bi daxwaza “Ji zimanê Kurdî re statû, Bi Kurdî Perwerdehî” bi girseyî ber bi Tirba Ehmedê Xanî meşiyan.

Bi pêşengiya saziyên zimanê Kurdî, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji navenda navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi daxwaza "ji Kurdî re statû, bi Kurdî perwerdehî" heta Tirba Ehmedê Xanî meşek girseyî hat lidarxistin.

Li gorî nûçeya MAyê welatiyên ji Wan, Agirî, Qers, Mûş, Erzîrom, Bedlîs, Îdir, Erdexan û gelek bajarên Kurdistanê ji bo beşdarî meşê bibin hatin Bazîdê.

Di meşê de pankartên wekî "Zimanê Azad Civaka Azad Diafirîne" û "Statûya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî" hatin bilindkirin û ji welatiyan çepik û tîlîliyan piştgirî dan meşê.

Girseya xelkê ji wir bi wesayîtan berê xwe da Qesra Îshak Paşa ya li Bazîda kevn û dûre ji Qesra Îshak Paşayê heta Tirba Ehmedê Xanî meşiya.

“Divê hemû astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin”

Berdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar di çalakiyê de axivî û got:

"Bi salan e ji bo Kurdî ji holê bê rakirin gelek hewldan çêbûn lê Kurdî xwedî dîrokeke mezin e.

Zimanê Kurdî li dijî van dagirkeran li ber xwe daye û dagirker têk çûn.

Em îro li vir radigihînin ku polîtîkaya tinekirina Kurdî têk çûye û Kurdî bi berxwedanê li ser pêya disekine.

Birêz Ocalan 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir.

Em heta dawiyê li pişt banga wî disekinin. Birêz Ocalan dibêje, 'Zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e'

Kurd ji bo Kurdî statûyê dixwazin, pêwîst e Kurdî bibe zimanê fermî.

Divê hemû astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin. Divê navên Kurdî bên îadekirin.

Divê ziman, erdnîgarî û çanda Kurdan di destûra bingehîn de bê naskirin. Banga me li hemû gel û saziyên Kurd ew e ku xebatên têkildarî ziman berfirehtir bikin.

Divê gelê Kurd li dora zimanê xwe bibe yek. Ger Kurdî tune bibe, dê gelê Kurd jî tune bibe.

Pêwîst e her malek veguhere dibistanekê. Kurdîtî ne tenê ji bo gelê Kurd nirxek e, di heman demê de nirxekî ji bo tevahiya mirovahiyê ye.

Em careke din li vir soz didin Mem û Zîn, Siyabend û Xecê ku em dê her tim ji bo Kurdî li her derê bi xurtî têbikoşin. Em dê ti hêzê weke astengiya li pêşiya Kurdî nebînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst