Pêleke vegera koçberan bo Şingalê dest pê kiriye

03-07-2020
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Vegera koçberên Şingalê bo ser warên xwe berdewam e
Vegera koçberên Şingalê bo ser warên xwe berdewam e
Nîşan Şingal Girezêr Koçber Kurdên Êzidî
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Di rojên derbasbûyî de hejmarek ji koçberên Girezêr a ser bi Şingalê ve vegeriyan cihên xwe û nêzikî 100 malbatan jî dest bi paqijkirina malên xwe kirine ku di rojên bê de vegerine wî bajarokî.

Koçberên Şingalê hêvîdar in bikarin jiyaneke nû li ser warên xwe dest pê bikin, lêbelê hevdem ji paşmayên DAIŞê û mînên li navçeyê nîgeranin.

Keso Hemo, yek ji wan kesan e ku li gel malbata xwe vegeriyaye û dibêje, “Em hatine Girezêr, lêbelê daxwaza me ew e ku hikûmet bê bajar û malan ji teqemeniyan paqij bike bo ku xelk hemû bikarin vegerin.”

Nêzikî 100 malbatên xelkê bajarokê Girezêr û gundên derdorê xaniyên xwe paqij dikin da ku vegerin ser malên xwe, lêbelê hebûna mîn û teqemeniyan li ber wan bûye asteng.

Di 3 hefteyên derbasbûyî de 2 hezar mîn û teqemenî ji nav xanî û kolanên vê deverê hatine rakirin û tê pêşbînîkirin ku hê jî 5 hezar mîn mabin.

Koçberê bi navê Xelef Elî ji ber hebûna mînan nikare vegere û dibêje, “Ez ji ber hebûna mînan nikarin vegerim ser xaniyê xwe. Cîranên me jî nikarin vegerin û pêwîst e ji bo paqijkirina wan mîn û teqemeniyan hevkariya me bikin.”

Kargêriya bajarokê Girezêr li gel Netewên Yekbûyî û hejmarek rêxistinên navdewletî rêkevtine da ku di demeke nêzîk de 6 projeyên avedankirinê bigihînine Şingalê.

Celîl Xelo, Rêveberê Nahiyeya Girezêr ji Rûdawê re ragihand, “Hemahengiya me li gel Netewên Yekbûyî heye bo ku bajarê me avedan bikin. Em dixwazin xelk bi başî vegerin bajêr û Wezareta Koç û Koçberiyê jî kirêya rêyê dide wan malbatên ku vedigerin.”

Bajarokê Girezêr 3 komelgeh û 30 gundan li xwe digire. Hejmara rûniştvanên wê deverê berî sala 2014 nêzikî 100 hezar kes bû. Hikûmetê jî xizmetguzariyên destpêkê yên wek rê û elektirîk li wê deverê çê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst