Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du malbatên mirovên hev pev çûn û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, îro li gundê Tekelliyê yê navçeya Xelîliyê di navbera du malbatên mirovên hev de ji ber sedemeke nehat zanîn pevçûn derket.
Her du aliyan bi dar û keviran êrişî hev kirin û di encamê de ji her du aliyan 6 kes birîndar bûn.
Her wiha di bûyerê de 2 otomobîlan jî zerer dît.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 6 birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin û ji bo desteserkirina tawanbaran dest bi xebatan hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse