Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bîracikê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di pevçûna du aliyên mirovên hev de 2 kes hatin kuştin û 2 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan li gundê Tilfarê yê navçeya Bîracikê îro di navbera du malbatên mirovên hev de ji ber pirsgirêka erdan pevçûn derket.
Di pevçûnê de aliyan bi keleş û demançeyan gule li hev reşandin û di encamê de Mehmet Gulî Seçme yê 30 salî Murat Seçmeyê 50 salî, Murat Seçmeyê 28 salî û Emel Seçme birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîracikê lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Mehmet Guli Seçme û Murat Seçme canê xwe ji dest da.
Dermankirina her du birîndarên din li nexweşxaneyê didome.
Derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse