Mesrûr Barzanî: Ji ber ku Peymana Şingalê nehatiye bicihanîn, bajar nehatiye avakirin

03-08-2025
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Kurdên Êzidî Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera Komkujiya Kurdên Êzidî ya li Şingalê de bangî hikûmeta Îraqê kir ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne û Kurdên Êzidî tazmîn bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo azadiya hemû revandiyan û diyarkirina çarenivîsa kesên winda di hewl û xebatên xwe de berdewam e.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku ew dê piştgiriya darayî ya ji bo rizgarbûyan û alîkariya wan xwişk û birayên Kurd ên Êzidî bidomînin ku ji ber asayînebûna rewşa Şingalê û derdora wê, ew hîn jî li kampan dijîn û nikarîne vegerin warên xwe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku divê Hikûmeta Federal erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne, xwişk û birayên Kurd ên Êzidî qerebû bike, alîkariya koçberan bike û zemînê xweş bike da ku bi serbilindî vegerin bajarê xwe.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev yek bi bicihanîna Peymana Şingalê, derketina hêzên çekdar û milîsan ji deverê û vegera aştî û ewlehiyê dibe.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:

“Mixabin ji ber bicihneanîna Peymana Şingalê û ji ber wê rewşa nexwestî ya ku piştî rizgarkirinê bi ser Şingalê de hatiye sepandin, bajar nehatiye avakirin û xizmetguzariyên pêwîst pêşkêşî xelkê deverê nehatine kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst