Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, cara yekem du birayan giyayekî bi navê "Ponîkum" çandin û wekî alif didin ajelên xwe.
Ev giya her dem şîn e û ji bo ajelan wekî alifekî baş tê dîtin, xelk jî vî giyayî ji wan her du birayan werdigirin û didin ajelên xwe.
Li gorî gotina wan, bi saya vî giyayî her du bira ji mesrefên zêde yên ka û ceh rizgar bûn û bê hêsanî pêzê xwe pê xwedî dikin.
Mihemed Xêr Metoyê ji gundê Çolmê Gabarayê yê Amûdê da zanîn li şûna ka û ceh ew û birayê ji bo dîtina çareyekê ji ajelên xwe re wan li ser înternetê înternetê lêgerîn kiriye û vî giyayî dîtiye.
Mihemed diyar kir ku ajeldar ji ber giranbûna ka û cej pezê xwe difiroşe lê wan bi de çûye pez kiriye.
#VÎDEO - Li gundekî Amûdê 2 birayan bi çandina giyayê panîkumê pezê xwe rizgar kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 2, 2025
🎙️ ❝Xelkê pezê xwe firot lê bi me ser de çû kirî❞#Rojava #Panicum pic.twitter.com/XPmn1vxup0
Giyayê Ponikum çi ye?
Giyayê Ponikum bi awayekî serekî li herêmên germ û tropîkal şîn dibe. Welatê wî yê resen Afrîka ye û li Asya û Amerîkaya Başûr û Navîn jî şîn dibe.
Ev giya di axa bi bereket û avî de baş geş dibe lê dikare xwe li gorî gelek corên ax û keşûhewayê jî biguncîne.
Sûdên wê ji bo ajelan
Derbarê sûdên wê yên ji bo ajelan de, giyayê Ponikum yek ji giyayên herî girîng ên ji bo ajeldariyê ye û gelek sûdên wê hene:
Xwarineke dewlemend e: Giyayê Ponikum tijî xurek e, bi taybetî jî proteîn û karbohîdartan ku ji bo geşbûn û berhemdariya ajelan gelekî pêwîst in.
Çêregeheke baş e: Ji ber geşbûna xwe ya bilez û berxwedana li hemberî çêrandina berdewam, Ponikum ji bo çêlek, bizin, pez û ajelên din dibe çêregeheke gelekî baş.
Hezmê wê hêsan e: Rîşalên vî giyayî ji bo hezma ajelan nabin pirsgirêk, ji ber vê jî ajel dikarin bi hêsanî sûdê ji xureka wê wergirin.
Berxwedêriya li hemberî ziwabûnê: Hinek corên Ponikumê dikarin li hemberî ziwabûnê li ber xwe bidin, ev yek jî dike ku li herêmên kêmav bibe çavkaniyeke ewle ya xwarinê.
Mesrefan kêm dike: Bi bikaranîna Ponikumê wekî çavkaniya sereke ya xwarinê, ajeldar dikarin mesrefên kirîna alif û xwarinên destkird kêm bikin.
Wekî ka jî tê bikaranîn: Piştî ku tê dirûn û hişkkirin, Ponikum dikare wekî ka were embarkirin û di zivistanê de yan jî di demên kêmbûna alif de bê dayîn ajelan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse