Amedspor diçe kongreyê: Navê Nahît Eren derdikeve pêş

03-10-2025
RÛDAW
Nîşan Amedspor Nahît Eren Kongre Serok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo serokatiya Amedsporê ya ku biryara kongreya derasayî daye, navê Nahît Eren derdikeve pêş.

Piştî ku Amedsporê rahêner Mehmet Altiparmak şand, birêvebiriyê biryara kongreya derasayî da.

Kongre dê serokê xwe yê 8emîn hilbijêre.

Rahênerê nû jî dê piştî kongreyê diyar bibe.

Hîn tê nîqaşkirin ka serokê niha yê Amedsporê Burç Baysal dê careke din bibe namzed an na lê di nav kûlîsan de navekî balkêş derket pêş.

Tê gotin ku ji bo serokatiya klubê, Serokê Berê yê Baroya Amedê û Endamê Lijneya Şêwirmendiya Bilind a Amedsporê Parêzer Nahît Eren dibe ku bibe namzed.

Ji aliyê Nahît Eren ve heta niha ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn lê tê payîn ku di rojên pêş de beriya kongreyê senaryoyên namzediyê zelal bibin.

Nahît Eren kî ye?

Nahît Eren sala 1978an li navçeya Pasûrê ya Amedê ji dayîk bûye û xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Pasûrê temam kiriye.

Eren sala 2000î ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê der çûye û di Komîsyona Çapemenî û Weşanê ya Baroya Amedê de endamtiya lijneya weşanê (2002-2004), Serokatiya Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê (2004-2006), Alîkariya Serokatiya Baroya Amedê (2012-2014) û endamtiya Lijneya Rêveber (2016-2018) kiriye.

Eren du serdeman Serokatiya Baroya Amedê kiriye, zewicî ye û bavê 3 zarokan e.

Biryara kongreya derasayî hat dayîn

Yek ji tîmên Lîga 1emîn a TFFyê Amedsporê biryar da ku kongreya derasayî li dar bixe.

Lijneya Birêvebir a Amedsporê di daxuyaniya xwe de ragihand ku kongre dê 18ê Çiriya Pêşîn li Amedê bê lidarxistin.

Di daxuyaniya kulubê de ev tişt hatin gotin:

"Lijneya me ya Rêveber a ku di 02.10.2025an de civiya, bi yekdengiya beşdaran biryar da ku di 18.10.2025an de saet 17.00an li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç Kongreya Derasayî were lidarxistin.

Eger di 18.10.2025an de pirranî çênebe, dê kongre di 25.10.2025an de li heman cih û saetê bêyî ku li piraniyê were gerîn, were lidarxistin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst