ROJAVA - Hêzên Tirkiyeyê 4 gundên Zirganê topbaran kirin

03-11-2023
Nîşan Zirgan Hesekê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyeyê bajarokê Zirganê yê li bakurrojhilatê Hesekê û gundewarê Zirganê bi dijwarî topbaran kirin.

Piştî topbarana Tirkiyeyê pêleke derbiderbûnê dest pê kir.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, artêşa Tirkiyeyê îro serê sibehê bajarokê Zirganê, herwiha gundên Rebîat, Xedrawî, Esediye, Bobiyê yên li bakurrojhilatê Hesekê topbaran kirin.

Di encama vê topbaran dijwar de mal û milkên gundiyan zerer dît û pêleke derbiderbûnê dest pê kir.

Şêniyên wan gundên ku hatine topbarankirin ber bi gundên aram ve çûn.

Artêşa Tirkiyeyê îlona borî jî gundên Nuweyhat, Esediye, Til Emîr, Derdare, Bab Xêr, Til Şeîr, Xeşim û Ebboşê yên Zirganê topbaran kiribûn.

Van topbaranan jî zerer dabû mal û milkê xelkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst