Hewlêr (Rûdaw) - Numan Kurtulmuş diyar kir ku ew hay ji wan aliyan heye ku li dijî pêvajoya çareseriyê ne û got, “Ew çi bikin bila bikin, em dê vê carê teqez bi ser bikevin.”
Numan Kurtulmuş her wiha got, "Wekî polîtîkayeke dewletê, em dê projeya ku me bi rêya Komîsyona veguherandiye piştevaniya miletê, di demeke herî kurt de bi encam bikin."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di Merasîma Vekirina Sala Akademîk a 2025-2026an a Zanîngeha Semsûrê de axivî.
Kurtulmuş diyar kir ku piştî erdhejê ew gelek caran hatiye Semsûrê û got:
“Di demekî ewqas kurt de pêkanîna pêvajoyeke rehabîlîtasyona fîzîkî ya ewqas cidî ji aliyê Semsûrê ve, li ser her cure pesindayinê ye.
Ew rojên ku dê hemû travmayên erdhejê li pey bimînin, gelekî nêzîk in.”
Kurtulmuş bal kişand ser pêvajoyê û wiha pê de çû:
"Ji bo rakirina vî barê giran û ya girîngtir, ji bo ku ev fitneya ku dixwazin bixin nav vî miletî bi temamî ji holê bê rakirin û li Tirkiyeyê aştî, aramî, hevgirtin û biratî serwer bibe, em bi hev re, bi yekdestî xebatekê dimeşînin.
Hêvîdar im ku em xebata ku di bin sîwana Parlamentoya Tirkiyeyê de dimeşînin, ku me 5ê Tebaxê civîna wê ya yekem pêk anî û hefteya borî jî bi lidarxistina civîna 16emîn me guh da nêrînên cuda yên beşên berfireh ên civakê û ji bilî partiyekê 11 partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyeyê cih digirin, didomînin.
Em bi baldarî, bi hûrgilî û bi gihîştineke demokratîk dimeşînin. Her kes tê fikra xwe dibêje.
Kes dengê xwe li hemberî hev bilind nake, heqaretê nake, îtham nake, fikra wî çi be, wê dibêje.
Tenê bila ev teror li pey bimîne. Tenê bila li Tirkiyeyê çek bêdeng bibin, aştî û aramî derkeve holê."
"Em dê projeyê di demeke herî kurt de bi encam bikin"
Wekî polîtîkayeke dewletê, em dê projeya ku me bi rêya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê veguherandiye piştevaniya milet, di demeke herî kurt de bi encam bikin.
Li vî welatî dê teror ji bo her û her bi dawî bibe, çek dê bêdeng bibin, biratî û hevgirtin dê serwer be.
Ez wê ferqê de me ku hinek çeqel li benda derfetan in û ji bo ku jîngeheke bê teror çênebe destên xwe li hev dixin.
Ew çi bikin bila bikin, em dê vê carê teqez bi ser bikevin. Ez ji wêdetir bibêjim. Yan em dê bi ser bikevin yan jî emperyalîst. Vê carê em dê bi ser bikevin.
Bi izna Xwedê em dê meydanê ji wan re nehêlin. Xwişk û birayên min ên hêja, ev welat êdî dê van rojan li pey xwe bihêle.
Ev dafika terorê ya ku bi dehên salan e vî welatî jiyaye, bawer bikin ku ne ji ber hezkirina Tirkan, ne ji ber hezkirina Kurdan, ne ji ber hezkirina Ereban û ne jî ji ber hezkirina Eceman hatiye danîn.
Min li cihên din jî got, li vir jî dibêjim. Emperyalîst nizanin bi hev re, bi yekîtî çawa bijîn."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse