Kurtulmuş: Pêvajo gihişt qonaxeke krîtîk, rapor dê were eşkerekirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, xebatên ku di çarçoveya hedefa "pêvajoya çareseriyê" de tên meşandin di demeke kurt de gihiştine qonaxeke girîng.

Kurtulmuş got, "Xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di bin banê parlamentoyê de hatiye avakirin, ber bi dawiyê ve diçin."

Numan Kurtulmuş diyar kir ku rapora dawî ya komîsyonê bi tevkariya partiyan tê şekilandin û armanc ew e ku rapor bi lihevkirinê ji raya giştî re were eşkerekirin.

"Divê nîv sedsala bi terorê re derbas bûye li pey bimîne"

Kurtulmuş li parlamentoyê bi balyozan re civiya û bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyeyê nêzîkî 50 salan bi "têkoşîna li dijî terorê" derbas kiriye û vê yekê berdêlên giran ên mirovî û aborî bi xwe re anîne.

Kurtulmuş destnîşan kir ku maliyeta vê serdema şer ji bo Tirkiyeyê bi trilyon dolaran e û got ku divê ev pirsgirêk êdî bi awayekî mayînde li pey bimîne û wiha axivî:

"Ji bo ku Tirkiye li ser asta herêmî û gerdûnî bibe aktorekî bihêz, şert e ku meseleya terorê hilînin refên tozgirtî yên dîrokê."

Parlamento di navenda pêvajoyê de ye

Kurtulmuş tekez kir ku ferqa herî girîng a vê pêvajoyê ji serdemên berê ew e ku parlamento rasterast dev li kar e.

Wî bi bîr anî ku di demên borî de mînakên ku îradeya siyasî dihat dûrxistin an pêvajo dihatin sabotekirin hatine jiyîn.

Numan Kurtulmuş diyar kir ku vê carê pêvajo di bin çavdêriya parlamentoyê de ye ku navenda îradeya millî ye û ev nirxandin kir:

"Dema ku saziyên ewlehiyê û yekîneyên îstixbaratê pêvajoya li qadê bi rê ve dibin, saziya siyasetê jî cara yekem e rasterast xwedî li vê meselyê derdikeve û bi rê ve dibe."

Rapora komîsyonê: Tevkariyên dawî tên wergirtin

Serokê Parlamentoyê da zanîn ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê di vê qonaxê de li benda rapor û nirxandinên dawî yên partiyan e.

Kurtulmuş anî zimên ku komîsyon dê xebatên xwe bi raporeke dawî temam bike û armanca wan ew e ku ev rapor bi lihevekirineke herî berfireh pêşkêşî raya giştî bikin:

"Ez hêvî dikim ku komîsyon dê bi biryareke tifaqê rapora xwe bi raya giştî ya Tirkiyeyê re parve bike."

"Modela Tirkiyeyê"

Kurtulmuş pêvajoya Tirkiyeyê bi mînakên çareserkirina pevçûnan ên li cîhanê re dan ber hev û diyar kir ku qonaxên ku di pêvajoyên wiha de bi salan diajon, li Tirkiyeyê di çend mehan de hatine derbaskirin.

Wî got eger ev pêvajo bi ser bikeve dê di çareserkirina pevçûnan de "Modela Tirkiyeyê" derkeve holê.

Kurtulmuş diyar kir ku hatina cem hev a partiyên xwedî nêrînên cuda yên siyasî li ser meseleyeke hevpar, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ezmûneke girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst