Kurtulmuş: Em dê vê pêvajoyê bi serkeftî temam bikin

04-11-2025
Nîşan Numan Kurtulmuş Pêvajoya Çareseriyê Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş derbarê pêvajoya aştiyê got, “Înşalah em dê vê pêvajoyê bi serkeftî temam bikin."

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi nûnerên saziyên civaka sivîl û rîspiyan re civiya.

Kurtulmuş derbarê Komîsyonê agahî dan û got piştî ku PKKyê eşkere kir ku çek hatine danîn, qonaxeke nû dest pê kir.

Kurtulmuş wiha axivî:

“Di rojên pêş de gava ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê tespît û piştrast bikin ku çek bi rastî hatine danîn, çarçoveyeke ji vir şûn de çi dikare bê kirin, dê bê nîqaşkirin.

Komîsyona li parlamentoyê hatiye avakirin dê li gorî çarçoveyekê mijarê amade bike û bişîne parlamentoyê."

Kurtulmuş bal kişand ser pêşketinên di xebatên Komîsyonê de û wiha got:

"Qonaxa ku em gihîştin, ne qonaxeke wisa ye ku piçûk bê dîtin. Ez bê şik ji we re bêjim ku li welatên din di çareserkirina pevçûnan de pêvajo 5-6 sal, 7-8 salan dikşîne lê Tirkiyeyê di nav salekê de ji zû ve gihîştiye wê astê.

Înşalah em dê vê pêvajoyê bi serkeftî temam bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst