Hewlêr (Rûdaw) - KCKyê li ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê got, “Heta ku rewşa li Rojava zelal bibe û mafên gelê Rojavayê Kurdistanê garantî bibin divê xwedîderketin daîmî be.”
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê şer û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê, helwesta navneteweyî û agirbesta dawî daxuyaniyek belav kir.
KCKyê diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê agirbest û lihevkirinek çêbûye lê dem dê nîşan bide bê ev agirbest û peyman mayînde ne yan na.
KCKyê destnîşan kir ku divê heta rewşa li Rojavayê Kurdistanê zelal bibe û mafên gel bên garantîkirin, xwedîderketin li her derî bidome.
“Komploya navneteweyî”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtina 4ê Kanûna Paşîn a di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û şandeya Şamê de lihevkirineke girîng çêbûbû lê civîn bê encam mabû.
KCKyê li ser vê yekê wiha got:
"Wezîrê Karên Derve yê Şamê dest li civînê berda û civîn beriya ku daxuyaniyek bê dayîn hat bidawîkirin.
Di 5ê Kanûna Paşîn de li Parîsê Amerîka, Fransa, HTŞ û Tirkiyeyê lihevkirinekê dikin. Di 6ê Kanûna Paşîn de jî bi çekên giran êrişî taxên Kurdan ên li Helebê dikin.
Di bedêla ku başûrê Sûriyeyê ji Îsraîlê re bê hiştin, komployeke navneteweyî ya ji bo tesfiyekirina Rêveberiya Xweser a Rojava-Bakurrojhilatê Sûriyeyê dixin meriyetê.
Êrişa ji bo belavkirina pergala civakîparêziya demokratîk didin destpêkirin ku Kurdan li Sûriyeyê bi Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkmen û gelên din re ava kirin.
Êrişa li ser demokratîkbûnê bi esasî veguherî êrişek li ser Kurdan. Bi vî rengî polîtîkaya kontrolkirina Rojhilata Navîn a li ser neçareseriya pirsgirêka Kurdan careke din kete pratîkê.
Ev êriş ne tenê li ser Rojava-Bakurrojhilatê Sûriyeyê ye, di heman demê de êrişek li ser destketiyên hevpar ên hemû Kurdan û gelan e.”
KCKyê diyar kir ku armanca vê planê ew bû ku şerê Kurd û Ereban bidin destpêkirin û got:
"Ji bo pûçkirina vê provokasyonê ku komploya li hemberî gelan bû, HSDyê xwe ji Dêrezor, Reqa û Tebqayê vekişand.
Bi vî awayî hêzên ku xwestin şerê Kurd û Ereban bidin destpêkirin negihiştin armanca xwe."
“Kurdan nîşan da ku bûne neteweyeke demokratîk”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê xwedî li Rojava derketiye û wiha hat gotin:
"Li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê gelê me beşdarî seferberiyê bû ku li Rojava hate ragihandin. Gelê me li her cihî bi rengekî yekpare rabû ser pêyan.
Gelê Bakurê Kurdistanê wekî serhildana xwedîderketina li Kobaniyê ya bêhempa ya 6-7-8ê Çiriya Pêşîn a sala 2014an, li her derê rabû ser pêyan.
Di serî de Amed, Wan, Êlih, Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Şirnex, Gever û metropolên Tirkiyeyê gelê me yê Bakurê Kurdistanê bi rojan rabû ser pêyan, bi xurtî piştgirî da berxwedanê."
KCKyê amaje bi helwesta Başûrê Kurdistanê jî kir û got:
"Gelê Başûrê Kurdistanê bi coş û welatparêziyeke mezin bi rojan qad dagirt û li hemberî êrişên qirkirinê yên li Rojava sekneke bi biryar nîşan da.
Em ewladê hêja yê Kerkûkê Ehmed Omer ê li Rojava şehîd bû careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin."
“Ji bo yekîtiya neteweyî em dê berpirsyariya xwe bi cih bînin”
KCKyê ragihand ku ew sekna yekîtiyê ya gel ji bo hemû hêzên siyasî yên Kurd banga yekîtiya neteweyî ya demokratîk e û wiha pê de çû:
"Berpirsyariya hêzên siyasî yên Kurd hemûyan e ku vê yekîtiya li ser zemîna civakî ava bûye li ser zemîna siyasî û li nava saziyên neteweyî li ser bingeha demokratîk pêk bînin.
Em di wê baweriyê de ne ku hêzên siyasî hemû dê guh bidin vê banga gelê me û li ser bingeha yekîtiya neteweyî ya demokratîk hewl bidin."
“Divê xwedîderketin daîmî be”
KCKyê di dawiya daxuyaniyê de hişyarî da ku divê baldarî berdewam bike û got:
"Li Rojava agirbestek û lihevkirinek pêk hatiye. Lê belê bi demê re dê diyar bibe bê ev agirbest û peyman mayînde ye yan na.
Lewma divê bala gelê me û hêzên demokrasiyê timî lê be, heta ku rewşa li Rojava zelal bibe, mafên gelê Rojavayê Kurdistanê garantî bibe li her derê xwedîderketin bê daîmîkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse