Seîd Gabarî beşdarî Şoreşa Gulanê bûbû

04-05-2020
RÛDAW
Seîd Gabarî li navçeyên azadkirî yên Kurdistanê weke Pêşmerge û hunermendekî xwedî rol dihate naskirin
Seîd Gabarî li navçeyên azadkirî yên Kurdistanê weke Pêşmerge û hunermendekî xwedî rol dihate naskirin
Nîşan Seîd Gabarî Şoreşa Gulanê Hunermendê Kurd Kurdistan Kurd Başûrê Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seîd Gabarî di jiyana xwe ya hunerî û neteweyî de, xwedî dîrokeke dûr û dirêj e û beşdarî şoreşa Gulanê bûbû.

Seîd Gabarî li navçeyên azadkirî yên Kurdistanê weke Pêşmerge û hunermendekî xwedî rol dihate naskirin û ligel hunermendên Başûrê Kurdistanê yên weke Erdewam Zaxoyî û Şakir Akreyî, Koma Şoreşê ava kirin.

Hunera wî bi sirûd û stranên li ser Pêşmerge, Kurdistanê, mafê gelê Kurd, hezkirin û evîndarî pir dewlemend e.

Hunermendekî diyar û naskirî yê Kurdistanê bû. Berdewam bi tembûr, cemedaniyeke sor û berçavkeke reş di helkef û şahiyên hunerî û çeperên Pêşmerge de derdiket. Seîd Gabarî sala 1959an li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Bavê heşt zarokan bû. Ligel ku nebînabû, lê çûye nav rêzên Şoreşa Gulanê.

Gabarî wê dema li navçeyên azadkirî Pêşmerge bû, ligel hunermend Erdewan Zaxoyî û Şakir Akreyî Koma Şoreşê damezrandin û çendîn sirûdên şoreşgerî tomar kirin. Herwiha girîngî bi kirina stran a şîîrên Melayê Cizîrî dida û stranên wî yên evîndarî jî zêde ne.

Kêfa wî jî Helbestvan Seydayê Tîrêj re dihat, Gabarî çendîn helbestên wî şaîrî kirine stran, ji wan jî helbesta "Bilbilê Dilşad" ku bi dengê Gabarî gelekî belav bû. Gabarî derbarê wê helbestê de dibêje: "Dixwazim ji gencîneya Seydayê Tîrêj durrekê bo we bikim diyarî, ku li ber dilê min şêrîn û ezîz e." Seîd Gabarî nêzîka 50 sal bû stran digotin. Çend stranbêjan jî stranên wî gotine.

Seîd Gabarî piştî Enfalê diçe Almanya û nasnameya Almanyayê werdigre. Digot dema çûye Almanyayê zanayê Kurd Profesor Cemal Nebez di rêxistina karên fermi û wergêranê de gelekî hevkariya wî kiriye.

Seîd Gabarî piştî rûxana rejîma Sedam, malek li Hewlêrê danî. Gelekî diçû devera Şingalê û gelek stranên şahiyê û gelek stran jî li dijî gendeliyê digotin. Piştî belavbûna vîrûsa Coronayê ji Almanyayê vegeriya Kurdistanê, dema 14 rojan li hotêleke bajarê Hewlêrê di kerentîneyê de bû, derket ku bi Coronayê neketiye.

Lê piştî çend rojan hest bi serêşiyeke zêde dike. Piştî pişkinînê derket ku bi nxweşiya Penceşêrê ketiye. Îbrahîm Gabariyê kurapê wî got: "Seîd Gabarî hat mala me û got sere min diêşe, lê piştre serêşiya wî zêdetir bû, me ew bi nexweşxaneyê. Ji me re gotin ku bi şêrpenceya pişikê ketiye." Gabarî zêdeyî 20 rojan bû, li Hewlêr li nexweşxaneyê bû, lê pizîşk ji başbûna wî bêhêvî bûbûn.

Demjimêr 04:45ê sere sibeha roja 4ê Gulana 2020ê koça dawî kir. Li ser wesiyeta xwe li Goristana Mela Omer a Hewlêrê bi axê hat sipartin. Piştî belavbûna nûçeya koça wî ya dawî, gelek Pêşmergeyan bîranîn û wêneyên xwe di rojên Pêşmergayetiyê de li çiyê ligel hunermend Seîd Gabarî belav kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst