Wan bûye navendeke geştyariyê: Di 4 mehan de 55 hezar geştyar

10-05-2024
RÛDAW
Keleha Wanê/Wêne: AA
Keleha Wanê/Wêne: AA
Nîşan Wan Geştyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girava Axtamarê ya li Wanê 4 demsalan bi bedewiya xwe bala geştyaran dikişîne.

Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi keleh û cihên dîrokî ku piraniya wan ji serdema Urartûyan mane û bi xwezaya xwe gelekî dewlemend e.

Her sal bi hezaran geştyarên ku xweza, çand û dîrokê meraq dikin berê xwe didin Wanê.

Rêvebirê Muzexaneya Wanê Erdal Acar anî ziman:

“Muzexaneya me di 4 mehên destpêkê yên sala 2024an de pêşwaziya nêzîkî 8 hezar û 500 kesî kiriye.

Keleha Wanê pêşwaziya nêzîkî 8 hezar kesî kiriye û Girava Axtamarê jî ku ser bi saziya muzexaneyê ve ye pêşwaziya 38 hezar kesî kiriye.

Bi giştî jî 54-55 hezar kesî çûne muzexaneyên me.”

Wan di salen dawî de bûye navendeke geştyariyê.

Berpirsên bajêr dixwazin kapasîteya geştyariyê ya Wanê ji sedî 100 zêdetir bikin.

“4 demsalan jî geştyarî lê dibe”

Serokê Komeleya Geştyaran a Herêma Gola Wanê Abdullah Tunçdemîr jî got:

“Bajarê me bi dîrok û xwezaya xwe gelekî girîng e. Herêmeke ku 4 demsalan jî geştyarî lê dibe.

Armanca me ew e ku em kapasîteya geştyariyê ya herêma Gola Wanê eger ji sedî 10 be, bikin ji sedî 20, eger ji sedî 5 be, bikin ji sedî 10-15 û bi vî awayî zêde bikin.”

Şaxa Wanê ya Saziya Kompanyayên Geştyariyê yên Tirkiyeyê (TURSAB) ji Rûdawê re ragihand ku sala 2023yan 2 milyon û 180 hezar geştyarî çûne Wanê ku milyonek û 580 hezar geştyarên biyanî û 600 hezar jî geştyarên xwecihî bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst