Xwepêşandana cotkarên Kerkûkê li dijî destdanîna ser zeviyan berdewam e; “Zeviyên me şerefa me ne”

04-06-2023
RÛDAW
Xwepêşandana cotkarên Kerkûkê yên li dijî destdanîna ser zeviyan berdewam e; “Zeviyên me şerefa me ne”
Xwepêşandana cotkarên Kerkûkê yên li dijî destdanîna ser zeviyan berdewam e; “Zeviyên me şerefa me ne”
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên Topizawa ya Kerkûkê nerazîbûna xwe li dijî destdanîna ser zeviyan ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê berdewam dikin. Berpirsê Desteya Madeya 140 a Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Em li dijî wan rêkaran in û qebûl nakin, ji bo çareseriyê em ê hemû tedbîrên yasayî bigirin.”

Îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an cotkarên Kurd û Tirkmen li Kerkûkê li dijî destdanîna ser zeviyan wan ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ve li hev civiyan û dubare cadeya sereke ya Firokexaneya Kerkûkê girtin.

Artêşa Iraqê bi hinceta ku girêdayî Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ye plan dike ku dest dayîne ser bi hezaran donim zevî li Topizawa ya Kerkûkê ku ew hemû zeviyana di çarçoveya madeya 140 de ne û nabe ku hikûmet dest dayîne ser wan.

Cotkarên xwe wek xwediyê rast ê erdan dibînin û xwedî tepoyên Osmanî ne û dibêjin heta zeviyên wan neyên vegerandin û daxwazên wan neyên bicihanîn ew ê cadeyan vala nekin û xwepêşandanên xwe berdewam bikin.

Parlamentera Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Necwa Hemîd Kakeyî ku ew jî li cem xwepêşanderan bû ji Rûdawê re got, divê artêşa Iraqê ji bo aramî û asayişa parêzgehê li vir be, ne ji bo ku destêwerdanê di berhema cotkaran de bike.

Necwa Hemîd Kakeyî anî ziman, “Cotkar xwedî tapo ne û belgeya xwedîtiya wan a li ser zeviyan heye, lewma dê ev hemû pirsgirêk bi rêyên yasayî bên çareserkirin.”

Cotkaran dirûşmên “Em vala nakin, zeviyên me şerefa me ne” gotin û bang li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên zeviyên wan dengên wan bibihîse.

Mamostayekî olî ku di heman demê de cotkar e jî bi rêya Rûdawê daxwaz ji partiyên Kurdistanî kir û got, “Çawa dema hilbijartinan bang li xelkê dikin ku biçine ser sindoqan, niha hûn di vê roja teng de bi hawara xelkê ve werin.”

 Li gorî nivîsekê, ku kopiyek jê gihîştiye dest Tora Medyayî ya Rûdawê, Fermandariya Firqeya 11an a Artêşa Iraqê di 29ê Gulanê de bi nivîseke fermî daxwaz li Rêveberiya Çandiniyê ya Kerkûkê kiriye, dest bi cudakirina zeviyên kertên 23 a Dîbeg Tepe û 24a Topizava yên li başûrê Kerkûkê bikin ji bo artêşê. Li hember wê yekê cotkarên Kurd û Tirkmen ku zevî yên wan in, dest bi xwepêşandan û kombûnên nerazîbûnê kirine.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, li ser nivîsa Fermandeya Firqeya 11 ya Artêşa Iraqê, Rêvebeirya Çandiniyê ya Kerkûkê ji Odeya Çandiniyê ya Yayçî re nivîsek şandiye û têde daxwaz kiriye ku dest bi pîvandina rûberê wan zeviyan bikin.

Armanca wê biryarê ew e ku ew zevî bibin serbazgeh û li beşekî din ji wan zeviyan jî ji bo serbaz û efserên Artêşa Iraqê xanî lê bêne avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst