Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) ragihand ku li nêzîkî peravên Yemenê belemeke koçberan binav bûye.
Hat zanîn ku di encamê de herî kêm 68 kesan canê xwe ji dest daye û bi dehan kesên din jî winda ne. Piraniya rêwiyên kelekê xelkê Etiyopyayê bûn.
"Çarenivîsa kesên winda ne diyar e"
Berpirsê IOMê yê Yemenê Ebdulsettar Îsov ji Ajansa France-Presse (AFP) re got, "Heta doh şevê, 68 rêwiyan canê xwe ji dest dabû.
Ji 157 rêwiyan heta niha tenê 12 kes hatine rizgarkirin. Çarenivîsa kesên din ên winda ne diyar e."
Roja yekşemê, çavkaniyên ewlehiyê yên herêmê amarên destpêkê wekî 27 mirî ragihandibûn.
Yemen, rawestgeha koçberan e
Tevî ku ji sala 2014an ve li Yemenê şerekî wêranker heye jî, ew welat bûye rawestgeheke sereke ji bo koçberan, bi taybetî ji bo welatiyên Etiyopyayê yên ku ji şerê li welatê xwe direvin.
Her sal bi hezaran kes rêya ku wekî "Korîdora Rojhilat" tê naskirin bi kar tînin.
Ev rê ji Cîbûtiyê dest pê dike, di Deryaya Sor re derbasî Yemenê dibe, bi hêviya ku bigihîjin welatên dewlemend ên Kendavê.
Rêveberiya Ewlehiyê ya parêzgeha Ebyenê jî piştrast kir ku piraniya rêwiyan koçberên Etiyopyayî bûne û hêzên wan li termên qurbaniyan digerin.
Li gorî IOMê, bi deh hezaran koçber li Yemenê asê mane û rastî miameleyeke xirab tên.
Rêxistinê sala borî herî kêm mirin 558 koçberan li ser heman rêyê tomar kiribû ku 462 ji wan ji ber binavbûna kelekan bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse