Lîstikvanê Îsraîlî yê Amedsporê li Amedê ye

04-08-2025
RÛDAW
Nîşan Tîma Amedsporê Dia Saba Îsraîl Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Amedsporê, lîstikvanê 32 salî Dia Saba anî Amedê.  Lîstikvanê Îsraîlî Saba, li Balafirgeha Amedê ji aliyê alîgir û birevirên Amedsporê ve hat pêşwazîkirin.

Saba her wiha ji Rûdawê re got, "Berî her tiştî, ez silavê li hemû alîgiran dikim û ji bo her tiştî, ji bo piştgiriya we spas dikim. Van çend rojên dawî ez li ser medyaya civakî wê hêzê hîs dikim

Ez kêfxweş im ku ez li vir im û bijî Amedspor!”

Amedspora ku di Lîga Yekemîn a TFFyê de dilîze, Dia Saba ji tîma Maccabi Haifayê ya Îsraîlê transfer kir û ew îro ji bo îmzekirina peymanê anî Amedê.

Dia Sabayê 32 salî, li Balafirgeha Amedê ji aliyê alîgiran ve hat pêşwazîkirin.

Ji aliyekî din ve, Dia Sabayî bi parvekirineke ji balafirê silav li alîgiran kir.

Wî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama "Bijî Amedspor" belav kir û ji Rûdawê re diyar kir ku ew heyecana alîgirên Amedsporê hîs dike.

Dia Saba kî ye?   

Dia Saba di 18ê Mijdara 1992yan de li bajarê Majd al-Krum ê bakurê Îsraîlê ji dayîk bûye û ew zarokê malbateke Ereb a Misilman e.

Saba di binesaziya Hapoel Haifa û Beitar Nes Tubrukê de dest bi futbolê kir û di temenê ciwan de peymaneke profesyonel îmze kir.

Saba, di navbera salên 2011-2018an de di Lîga Premier a Îsraîlê de ji bo tîmên Maccabi Tel Aviv, Hapoel Be'er Sheva û Maccabi Netanyayê lîst.

Di sala 2019an de, Saba bi bonservîseke 2 milyon euroyî derbasî tîma Guangzhou R&F a Lîga Super a Çînê bû û di sala 2020an de jî çû tîma El Nasr a Îmaratê.

Saba, piştî pêvajoya asayîbûna pêwendiyên Îsraîl û Îmaratê, bû yekem futbolîstê Îsraîlî yê ku li herêma Kendavê lîst.

Ezmûna wî ya Super Lîgê heye

Saba di sezona 2022-23yan de derbasî Tirkiyeyê bû û bi formeyê Sîvassporê di Super Lîgê de lîst.

Dia Sabayê ku du sezonên dawî li Maccabi Haifayê derbas kirin, ji sala 2018an ve 11 caran formeyê Tîma Neteweyî ya Îsraîlê li xwe kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst