Amedê gol bi ser serê Sêwazê de barandin

24-08-2025
RÛDAW
Nîşan Amedspor Dia Saba Sivasspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li mala xwe Sivasspor 4-2 têk bir û yekem serkeftina xwe ya vê sezonê bi dest xist.

Her du tîmên Bakurê Kurdistanê Amedspor û Sivasspor di hefteya sêyemîn a Lîga 1emîn a TFFyê de li Amedê hatin pêşberî hev.

PFDKyê ji ber bûyerên maça Amedspor - Erzurumsporê biryar dabû ku Amedspor 2 maçan bê alîgir bilîze.

Amedspora ku hefteya borî li mala xwe bi Erzurumsporê re wekhev mabû bi parolaya 3 puanan derket pêşberî tîma Sêwazê.

Amedspor hema bêje di tevahiya maçê de tîma serwer bû, di xuleka 32yan de lîstikvanê wê yê nû Dia Saba gola ewil avêt û skor bû 1-0.

Nîveka yekem bi skora 1-0 bi dawî bû.

Lîstikvanê Amedsporê Dia Saba di xuleka 46an de gola xwe û ya Amedsporê ya duyem avêt û tîma xwe 2- 0 xist pêş.

Dia Saba nesekinî û nehat sekinandin û di xuleka 61ê de hattrick kir û Amedspor 3-0 ket pêş.

Lîstikvanê Sivassporê Bekir Turaç Boke di xuleka 71ê de bi penaltiyê ferq daxist 2yan û skor bû 3-1.

Amedsporê êrişên xwe hîn zêdetir kirin û di xuleka 85an de vê carê Daniel Moreno xwe nîşan da û li ser navê Amedsporê gola 4an avêt.

Li aliyê din, Sivassporê jî dev ji maçê berneda û di xuleka 89an de bi gola Luan Campos skor bû 4-2.

Maç 4-2 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Amed bi vê encamê puanên xwe derxistin 4an û derket rêza 9an.

Amedspor dê hefteya pêşiya me li deplasmanê bi Adana Demirsporê re bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst