Dia Saba hat Amedsporê: 'Bi saya Xwedê dê me bike şampiyon'

04-08-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Dia Saba /Wêne: Rûdaw
Dia Saba /Wêne: Rûdaw
Nîşan Amedspor Dia Saba
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Tîma kesk û sor Amedsporê ji Îsraîlê Dia Saba transfer kir.

Futbolîstê Îsraîlî Dia Saba li Balafirgeha Amedê ji aliyê alîgirên Amedsporê ve hate pêşwazîkirin.

Dia Saba bi awayekî taybet ji Rûdawê re axivî û derbarê hatine xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman û bi kurdî got, "Her bijî Amedspor."

Lîstikvanê Îsraîlî Dia Saba ku li qada navîn dilîze, êdî li Amedêsporê ye.

Alîgirên Amedsporê jî ji transfer û hatina Dia Saba gelekî kêfxweş in.

Alîgirên Amedsporê ji transferkirina Dia Saba kêfxweşiya xwe wiha tînin zimên:

- "Em ji bo Dia Saba hatin. Ji bo xêrhatina wî hatin. Înşela dê me bike şampiyon."

- "Kêmasiya Amedsporê di aliyê sehaya navîn de hinek hebû. Em dibêjin ofansîf qada navîn. Ew kêmasiya me ez bawer dikim bi Dia Saba re dê biqede."

- "Futbollîz kî dibe bila bibe, zimanê wî, neteweya wî çi dibe bila bibe ji me re ferq nake. Ger tê Amedsporê dilîze, ew ewladê me ye. Em ji bo wî hatine."

- "Futbolîzê me hatiye, em ji bo wî hatine. Ew futbolîzê gelê me ye, ewladê me ye."

- "Ez ji bo Dia Saba hatime. Înşela dê pir feydeya wî hebe."

- "Ew dê pir feydeya wî hebe. Di aliyê futbolîstan de kêmasiya me hebû. Dia Saba jî em pê bawer in. Îhtiyaciya me pê heye. Înşela dê bi hatina wî re kêmasiyên me biqedin."

Ev çend roj in hin aliyên îslamîst ji ber transfera Dia Saba li ser medyaya civakî nerazîbûn nîşan didin.

Lê piraniya alîgirên Amedsporê ji hatina Dia Saba razî ne û lê xwedî derdikevin. Haya Dia Saba ji van hemû bipêşveçûnên li ser medyaya civakî heye.

"Her bijî Amedspor"

  Lîstikvanê nû yê Amedsporê Dia Saba ji Rûdawê re axivî û got:

"Ji we re gelek spas dikim. Dixwazim ji alîgiran re bibêjim spas ji bo piştgiriya we.

Ez di torên medyaya civakî de haydarî we me ku hûn ji bo min çi dikin û di rojên borî de we ji bo min çi kiriye.

Kêfxweş im ku li vir im û dixwazim li vir bim. Her bijî Amedspor."

Amedspor li Tirkiye û Bakur di nava 5 tîmên herî navdar de cih digire.

Bi milyonan alîgirên wê hene. Ew di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze.

Ger îsal bibe şampiyon dê derbasî lîga herî mezin Lîga Superê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst