Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê ji bo ciwanên Kurd ên ku ji aliyê endamên hêzên ewlehiyê yên Îraqê ve hatibûn şehîdkirin xwepêşandanek hate lidarxistin.
Kurdên Kerkûkê li dijî şehîdkirina 4 ciwanan îro li taxa Şorîceyê ya bajêr kom bûn.
Xwepêşanderên Kurd xwest li ser wan kesên ku gule li xwepêşanderên Kurd reşandibûn lêpirsîn bê kirin.
Welatiyên ku cade û kolanên Şorîceyê bi alên Kurdistanê tije kirin diyar kir ku ew bi hestên netewî beşdarî xwepêşandanan bûne.
Welatiyekî Kerkûkî ji Rûdawê re axivî û got, "Bê sedem heftiyekî rê girtin.
Em bi aramî xwepêşandanekê li dar dixin. Di destê me de ne çek heye ne jî demançe heye.
Em daxwaz dikin ku xwîna şehîdên me li erdê nemîne. Çima her timzilm li me bê kirin, em bên tirsandin.
Em hêvî dikin ku serokwezîr û parlamenteran ji bo vê yekê tiştekî bikin."
Welatiyekî din jî got Kerkûk parêzgeheke Kurdistanê ye û wiha berdewam kir:
“Divê Kurd vegerin Kerkûkê, ti rêyeke din nîne.
Hemû malên Kerkûkê malên Barzanî û Talebanî ne.”
Li aliyê din Rêveberê Polîsê Kerkûkê Kawa Xerîb li bajarê Kerkûkê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, 40 ciwanên Kurd ku doh bi tometa “terorê” hatibûn desteserkirin, hatine berdan.
Çi bûbû?
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şeibî di 16ê Cotmeha 2017an de derbasî bajarê Kerkûkê bûbûn.
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şeibî avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê vala kir û avahiyê kirin navenda Fermandeya Operasyonê.
Li parêzgehên Îraqê û Kerkûkê dê 18ê Kanûna Pêşîn hilbijartinên encumenên parêzgehan bên lidarxistin.
Beriya hilbijartinan Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî 25ê Tebaxê ferman dabû ku avahî careke din radestî PDKyê were kirin.
Piştî vê biryarê, 27ê Tebaxê komek alîgirên Heşdî Şeibî û Erebên ku ji derve anîbûn li ber avahiyê kon vedabûn û rêya Kerkûk-Hewlêrê ji trafîkê re girtibûn.
Piştî vê rewşê, doh Kurd li herêma Rehîmawa ya Kerkûkê kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin û xwestin ku rêya Hewlêr-Kerkûkê bê vekirin.
Dema ku xwepêşanderên Kurd nêzîkî devera ku çalakvanan berê rê lê girtibûn bûn, hêzên ewlehiyê gule li wan reşandin.
Di encamê de 4 Kurd şehîd ketin û 15 kes jî birîndar bûn.
Li aliyê din Dadgeha Federal a Îraqê biryara Serokwezîrê Îraqê ya radestkirina avahiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Kerkûkê bi awayekî demkî ragirt.
Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li ser doza parliyamenterekî Ereb ê parêzgeha Kerkûkê biryar da ku radestkirina avahiya PDKyê ya Kerkûkê bê rawestandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse