Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salane û di civînê de hat ragihandin ku ji 303 projeyan tenê ji sedî 60 hatine pêkanîn û rexne li komînan hatin girtin.
Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, civînên dawiya salê yên saziyên Rêveberiya Xweser didomin.
Yekîtiya Şaredariyan û Komînan ji bo nirxandina xebatên sala 2025an û plansaziya 2026an li hev civiyan.
"Projeyên xizmetguzariyê baş nehatine çêkirin"
Di civîna Yekîtiya Şaredariyan de şaredaran rexne li komînan girtin.
Hat diyarkirin ku komîteyên komînan kar û xebatên xwe li gorî plana salane bi cih neanîne û ji ber vê yekê di projeyên xizmetguzariyê de kêmasî çêbûne.
Li gorî amarên ku hatine parvekirin, Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê ku 56 şaredariyan li xwe digire, îsal 303 proje xistibûn planê.
Lê belê ji van projeyan tenê ji sedî 60 hatine pêkanîn, ji sedî 20 nehatine kirin û yên mayî jî di qonaxa pêkanînê de ne.
Plana sala 2026an
Hevserokê Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Ehmed Ebdo derbarê civînê de axivî û got:
“Me di civînê de nîqaş li ser raporên şaredariyan kir. Me bal kişand ser astengî û pirsgirêkên ku şaredarî pê re rûbirû dibin.
Me hewl da ku ji bo dema bê van pirsgirêkan çareser bikin û piştre me behsa plana sala 2026an kir.”
Konferansa Komînan
Konferansa Giştî ya Komînên Rêveberiya Xweser jî di heman çarçoveyê de hat lidarxistin.
Di konferansê de aktîvkirina komîteyên perwerde, parastin, jîngeh, tenduristî û parastina cewherî hatin gotûbêjkirin da ku pirsgirêkên li taxan çareser bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse